UNRWA`yê ji bo Xezayê hişyarî da

Rêxistina Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ji ber berdewamkirina şerê li Xezayê hişyariya rûdana karesata mirovî da.

UNRWA`yê ji bo Xezayê hişyarî da
9 mijdar, 2023   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî têkildarî şerê li Xezayê daxuyaniyek belav kir û destnîşan kir ku ji dema destpêkirina şerê Hemas-Îsraîlê ve 99 karmendên wan jiyana xwe ji dest dane. 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev hejmara herî zêde ye ku endamên wan di şerekî de jiyana xwe ji dest didin.

UNRWA’yê da zanîn li Xezayê rewşa mirovî herku diçe xirabtir dibe û pêwîste di zûtirîn dem de alîkariyên tendirustî bigihînin nexweşxaneyan.