Di 24 saetan de 5 kes hatin kuştin

Li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 5 kes hatin kuştin.

Di 24 saetan de 5 kes hatin kuştin
10 tîrmeh, 2026   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ajansa me  berhev kirine, li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 5 kes hatin kuştin.

Têkildarî mijarê li bajarokê Kefrûmê yê gundewarê başûrê Idlibê ciwanek bê karê hat kuştin. Sedemên kuştina wî nehatin zanîn.

Li bajarê Hecînê yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê jî ciwanek di encama pevçûna bi çekên sivik û navîn a di navbera pismaman de hat kuştin. Li gundê Şêx Ehmed ê navçeya Dêr Hafirê yê gundewarê rojhilatê Helebê kesek di pevçûna di navbera du eşîran de hat kuştin. Her wiha li gundewarê Hemayê ciwanek ku ji bajarokê Keferbo hatibû revandin, bi guleyên çekdarên nenas hate kuştin.

Li qasa Hemamê ya bajarê Laziqiyê ji ber nakokiyên malbatî jinek ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêrê hat kuştin.

(bb)