Pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê û lûtkeya biçûk a Riyadê rojeva ronameyên erebî bû

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyeyê û awayên derbaskirina rewşa wê ya xirab û lûtkeya biçûk a Riyadê de nivîsîn.

Pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê û lûtkeya biçûk a Riyadê rojeva ronameyên erebî bû
22 sibat, 2025   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser rola rêveberên siyasî û aborî yên Sûriyeyê ji bo derbaskirina ji rewşa xirab û wiha nivîsî: “Vegera Sûriyeyê ku pêwendiyeke hevbeş bi aliyên erebî re bike, bi pêvajoya siyasî ve girêdayî ye û rasterast bi aramiya siyasî li ser bingehên nûjen ve girêdayî ye. Ev aramî jî bêyî beşdariya elîta siyasî û aborî pêk nayê. Ev têkiliya di navbera hundirê Sûriyeyê û derdora wê ya erebî re hewce ye ku ji vê rewşa xwe ya xerab derkeve. Ji ber ku geşedana Sûriyeyê li ser bingehên nûjen, pir girîng e ji avakirina sistema ewlehî û aramiya herêmê. Lewma divê li Sûriyeyê di hêla ewlehî, aborî, teknolojî û zanistî de geşepêdan çêbe û saziyên ku bikarin ewlehî û jyana xelkê misoger bikin, bêne avakirin.

CIVÎNA RIYADÊ: DER BARÊ PÊŞNIYARA TRUM DE TU HELWEST DERNEKET

El Ereb a Londonê li ser lûtkeya biçûk a Riyadê ku duh înê hat lidarxistin, wiha nivîsî: "Lûtkeya ku roja înê li Riyadê bi beşdariya serkirdeyên 6 welatên Ereban ên Kendavê, Misir û Urdinê hat lidarxistin, veguherî tiştekî ku dişibe sohbeta siyasî der barê pêşniyara serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo bicihkirina şêniyên Xezayê li Misir û Urdinê.”

Rojnameyê her wiha nivîsand: “Xuya ye ku Erebistana Siûdî nexwest lûtkeya li ser erda wê bibe lûtkeya dijberiya Trump û Îsraîlê, ji ber ku ev her du alî jî hêvî dikin ku Erbistana Siûdî bibe faktorê normalîzekirineke berfireh bi Îsraîlê re.”

(k)