Li dijî xeta xiyanet û dagirkeriyê banga yekitiya neteweyî

Welatiyên ji bajarê Dirbêsiyê bang li gelê Kurd ku li hemberî xeta xiyanet û dagirkeriyê eniyeke neteweyî ava bikin.

Li dijî xeta xiyanet û dagirkeriyê banga yekitiya neteweyî
8 cotmeh, 2024   06:10
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Welatiyên ji bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê têkildarî tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re axivîn.

Welatiyê bi navê Siûd Dirbas bi bîr xist ku gerîla ji 50 salî ve ji bo parastina hebûna Kurdan ji êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker têkoşînê dike, lê PDK’ê xeta xiyantê hilbijartiye.

Dirbas danî ziman ku PDK’ê li dijî gerîlayên azadiyê rêya şer ji dewleta Tirk a dagirker re vedike.

Welatiya bi navê Foza Yûsif da zanîn ku destê PDK’ê ya sixûrtiyê ji dewleta Tirk re dike, di rijandina xwîna gelê Kurd qirêj bûye.

Foza bal kişand ser tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û got, derfetê dide dewleta Tirk da ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û baregehên xwe lê ava bike.

Foza Yûsif bang li gelan û ciwanên welatparêz kir ku li hemberî xeta xiyanet û dagirkeriyê berxwedanê geş bikin û eniyeke neteweyî ya yekbûyî ava bikin.

Welatiya bi navê Merdiya Xelîl got, "Mala Barzanî xeta xiyanetê hilbijartiye, dijbertiy gelê Kurd dike û destekê dide dagirkeran da ku êrişî şoreşa bi pêşengiya PKK’ê bikin."

Merdiya da zanîn ku hemwextî ku gelê Kurd hewl dide yekitiya xwe ya neteweyî ava bike, PDK û mala Barzanî tevekariya dewleta dagirker di êrişên wê yên li ser Kurdan dikin.

Merdiya Xelîl bang li gelê Kurd kir ku "Ji bo avakirina welatekî azad û têkbirina xeta xiyanet û dagirkeriyê têkoşînê geş bikin."

(bb)

ANHA