‘Pêşnûmeya Mehsa Emînî’ Nîsana bê li DYA’yê tê nîqaşkirin

Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya DYA’yê ragihand ku dê “Pêşnûmeya Mehsa Emînî" ya têkildarî birîna cezayan li rayedarên Îranê, 16’ê Nîsana pêş nîqaş bike.

‘Pêşnûmeya Mehsa Emînî’ Nîsana bê li DYA’yê tê nîqaşkirin
30 adar, 2024   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Di Îlona 2023’yan de, Senatoya DYA’yê “Pêşnûmeya Mehsa Emînî" pêşkêş kiribû. Pêşnûme ji bo birîna cezayan li serokê Îranê û rayedarên Îranê yên ku mafên mirovan binpê dikin, hatiye pêşkêşkirin, ji aliyê piraniya endaman ve bi 410 dengan hatibû pêşkêşkirin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya DYA’yê ragihand ku dê “Pêşnûmeya Mehsa Emînî" 16’ê Nîsanê nîqaş bike.

Serokê komîteyê yê ji partiya demokrat Benjamin Cardin ê destpêkê pêşnûme nexist dengdanê, biryar da ku pêşnumeyê bixe rojevê. Parlamenterê Komarparêz Jim Banks jî di nav de, gelek parlamenteran piştgirî da pêşnûmeyê. Jim Banks li ser hesabê xwe yê X’ê ev parve kir: "Ji bo bîranîna Mehsa Emînî (Jîna Emînî) divê pêşnûme bikeve dengdanê. Divê rejîma Îranê wek berpirsa binpêkirina mafên mirovan were dîtin."

Banks ji berpirsê senatorên Demokrat Chuck Schumer jî xwest pêşnûmeyê li Senatoyê bixe dengdanê.

Li gorî pêşnûmeya, ji rêveberiya Jeo Biden tê xwestin ku piştî pêşnûme were erêkirin, di nava 90 rojan de cezayan li rayedarên Îranê bibire.

Jîna Emînî 16’ê Îlona 2022’yan de bi hinceta ku hîcaba xwe baş girê nedaya, ji aliyê dewleta Îranê ve hatibû qetilkirin.

(bb)