Ji Rêveberiya Xweser peyama cejna Ekîto

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk cejna Ekîto li gelên Suryanî-Aşûrî pîroz kir û diyar kir ku ev cejn sembola vejîn û guherînê ye û bi vê ferasetê hêviyek ji bo gelên li vê herêmê tê nûkirin.

Ji Rêveberiya Xweser peyama cejna Ekîto
30 adar, 2024   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi peyameke nivîskî cejna Ekîto pîroz kir.

Di peyamê de hate gotin 1’ê Nîsanê sersala Suryanî sembola nûbûn, vejîn û guherînê ye û bi vê ferasetê hêviyek ji bo gelên li vê herêmê tê nûkirin.

Di dewama peyamê de hate gotin: “Bi boneya Cejna Ekîto (sersala Suryanî-Aşûrî 6774) ku dikeve roja 1’ê Nîsanê, her sal em pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Suryanî-Aşûrî û giştî gelê Sûriyeyê dikin. Ev cejn semboleke dîrokî û cejneke xwedî wateyên kûr e. Bi destpêka biharê û nûbûna xwezayê re, bi van wateya cejna Ekîto re, em Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû saziyên xwe bûne garantorên mafên hemû pêkhateyan.

Cejna Akîto li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz be. Ekîto birêxo.”