Pêşangeha Xetnîvsa Erebî di roja duyemîn de dewam dike
Pêşangeha Xetnîvsa Erebî ya taybet bi gotinên Rêber Abdullah Ocalan di roja xwe ya duyemîn li Minbicê de bi serdana endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê, Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Navenda Çand û Hunerê û xelkê bajarê Ebû Qelqel dewam dike.
Desteya Çand û Şûnwaran roja çarşemê, Pêşangeha Xetnivîsa Erebî li Minbicê vekir, lê ji ber teqîna li Qamişloyê çêbûye, rojên pêncşem û înê sekinî.
Di pêşangeha ku 45 tabloyên li ser gotinên Rêber Abdullah Ocalan in, 4 xetatên mêr û jin û şêwekar beşdar bûn.
Ev pêşangeh di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de li dar dikeve.
Pêşangeh li hola Mala Jinê ya li bajarê Ebû Qelqel hatiye vekirin. Endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê, Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Navenda Çand û Hunerê û xelk beşdar bûn.
Beşdar li nava pêşangehê gerîn û di ber stranên folklorîk ên pêkhateyên Minbicê re li tabloyan temaşe kirin.
Girêdayî mijarê, hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya kantona Minbicê Rola Osman axivî û got: "Armanca pêşangehê pêşxistina rewşa çandê û balkişandina ser hunera xetnivîsa Erebî ye. Her wiha armanca sereke jî pêşkêşkirina 45 tabloyên li ser gotinên Rêbertî hatine nivîsandin e."
Sibe roja dawî ya pêşangehê ye û dê li bajarokê Farat ê Minbicê pêşangeh dewam bike.
(fr)
ANHA