Bi boneya damezrandina Rêveberiya Xweser Jinên Zenûbiya çalakiyek li dar xist

Komîteya Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya nêzîkbûna salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek li dar xist.

Bi boneya damezrandina Rêveberiya Xweser Jinên Zenûbiya çalakiyek li dar xist
Bi boneya damezrandina Rêveberiya Xweser Jinên Zenûbiya çalakiyek li dar xist
Bi boneya damezrandina Rêveberiya Xweser Jinên Zenûbiya çalakiyek li dar xist
Bi boneya damezrandina Rêveberiya Xweser Jinên Zenûbiya çalakiyek li dar xist
Bi boneya damezrandina Rêveberiya Xweser Jinên Zenûbiya çalakiyek li dar xist
Bi boneya damezrandina Rêveberiya Xweser Jinên Zenûbiya çalakiyek li dar xist
31 tebax, 2024   18:02
DÊRAZOR

Bi boneya nêzîkbûna salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bkaur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku dikeve 6ˊê Îlonê, Komîteya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi dehan jin, zarok, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê, partiyên siyasî, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.

Di çalakiyê de peyamên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û kulîlk berdan çemê Firatê.

Endama Komîteya Perwerdê ya bajarokê Kîsa Sena El Muhsin peyamek ji bo Rêber Abdullah Ocalan xwend û wiha hat got:

"Ji bo Rêberê mirovahiyê, Rêber neteweya demokratîk, te tîna jinan avda û ber bi azadiyê ve bir û li pêş wê bi fikir û felsefeya xwe ya mezin rêçên ji kulîlkan nexşe kir. Te civak, bi taybet jin, ji qeydên koletî û zilmê rizgar kir.

Ey serokê û pêşengê min, te ji me re edil û wekhevî anî. Em pir deyndarê te ne. Em tevgerên jinan li Dêrazorê û Kombûna Jinan a Zenûbiya soz didin ku em ê li ser fikra te ya ber bi azadî û aştiyê ve bimeşin."

Jinên beşdar jî diyar kir ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê dewam bikin.

Çalakî bi berdana peyam û kulîlkan li nava çemê Firatê û diruşmên ˊBijî berxwedana jinanˊ ûˊJi bo Rêber Abdullah Ocalan azadîˊ bi dawî bû.

(fr)

ANHA