Pêşangeha Wênexêziyê bi dawî bû

Pêşangeha Wênexêziyê ya bi dirûşma "Bîrdanka Rengan" di roja duyemîn de bi dawî bû.

Pêşangeha Wênexêziyê bi dawî bû
Pêşangeha Wênexêziyê bi dawî bû
Pêşangeha Wênexêziyê bi dawî bû
Pêşangeha Wênexêziyê bi dawî bû
Pêşangeha Wênexêziyê bi dawî bû
Pêşangeha Wênexêziyê bi dawî bû
Pêşangeha Wênexêziyê bi dawî bû
Pêşangeha Wênexêziyê bi dawî bû
Pêşangeha Wênexêziyê bi dawî bû
Pêşangeha Wênexêziyê bi dawî bû
Pêşangeha Wênexêziyê bi dawî bû
Pêşangeha Wênexêziyê bi dawî bû
Pêşangeha Wênexêziyê bi dawî bû
Pêşangeha Wênexêziyê bi dawî bû
21 kanûn, 2025   16:00
KOBANÊ

Bi dirûşma "Bîrdanka Rengan" li Parka Ronîwar a li Kobanê Pêşangeha Wênexêziyê ya 6`emîn duh hatibû destpêkirin, îro di roja duyemîn de bi dawî bû.

Pêşangehê bi pêşengiya mamoste û beşdariya 17 xwendekaran ku duh hatibû destpêkirin û di roja duyemîn de bi dawî bû. Pêşengeh ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ve hatibû vekirin.

17 xwendekarên Beşa Wênexêziyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi 54 tabloyan tev li pêşangehê bûne.

Têkildarî mijarê, Wênexêz Nûrcan Hecî ya 19 salî diyar kir ku ev pêşangeha wê ya 6`emîne ku tev lê dibe û got: "Tabloyên me giştî li ser pêşeng û foklora Kurdî ye. Ez bi 4 tabloyan tevlê bûme û yek ji wan tabloyên min li ser dema ku PKK`ê çekên xwe şewitandin. Ji ber ku ew çek şewitandin ji me wek rojeke nû û destpêkeke nû bû. Her wiha ji me re îrade û destpêkeke nû ye." 

Nûrcan Hecî anî ziman ku ew bi hunera şêwekariyê çanda kurdî biparêzin.

Pêşangeh di roja duyemîn bi belavkirina xelatan li wênesazan bi dawî bû.

(sş/b)

ANHA