Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wê Mihemed Salim El Salih dema erka xwe li Hesekê pêk dianî şehîd bû.

Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
21 kanûn, 2025   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê şehadeta endamekê xwe de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dema erka xwe ya parastina ewlehiya herêmê û xizmeta şehîdan li bendeke kontrolê ya bajarê Hesekê pêk dianî, erebeyekê ji ber pirsgirêkên teknîkê benda kontrolê bi lez derbas û lê qelibî.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku encama bûyerê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi giranî birîndar bû, şehîd bû.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Mihemed El Salih

Navê dayikê: Eyşe

Navê bav: Salim

Cih û dîroka jidayikbûnê: Mexrûm- 20-2-1991

Cih û dîroka tevlêbûnê: Hesekê-13-4-2023

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê-20-12-2025

Di daxuyaniyê de hate gotin, "şehîd Mihemed Salim El Salih di pêkanîna erka xwe de mînaka dilsozî û fedakariyê bû. Bi exlaqê xwe yê bilind û pabendîbûna bi karê xwe yên ewlehiyê dihat nasîn. Qet dudilî nekir ku xizmeta gelê xwe bike. Ewlehî û aramiya gel diparast heta ku di erkê xwe de şehîd bû."

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbat, xizm û hevalên şehîd Mihemed re hat xwestin û hate gotin "Xwîna şehîdan dê vala neçe. Em ê mîsyona xwe ya welatparêzî ya parastina şêniyên xwe bidodîmin û hesab ji hemû kesên ku hewl bidin ewlehiya herêmê xirab bikin, bixwazin."

(b)