Pêşangeha Tiliyên Zêrîn sibê jî dê dewam bike

Dema ‘Pêşangeha Tiliyên Zêrîn’ ku ji aliyê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê ve li Reqayê hatiye vekirin, heya sibe hat dirêjkirin.

Pêşangeha Tiliyên Zêrîn sibê jî dê dewam bike
Pêşangeha Tiliyên Zêrîn sibê jî dê dewam bike
Pêşangeha Tiliyên Zêrîn sibê jî dê dewam bike
Pêşangeha Tiliyên Zêrîn sibê jî dê dewam bike
Pêşangeha Tiliyên Zêrîn sibê jî dê dewam bike
4 mijdar, 2024   15:25
REQA

Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê duh (3 Mijdar) pêşangeheke hunera jinan li Reqayê vekiribû. Pêşangeh bi navê "Tiliyên Zêrîn" li hola Stadyuma Beledî ya bajêr hat vekirin.

Endam û rêveberên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Idlib El Xedra, MSD û Partiya Sûriyeya Pêşerojê di roja duyemîn de serdana pêşangehê kir.

7 endamên nivîsgehên Weqfa Jinan ên Tebqa, Kobanê, Qamişlo, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, Desteya Perwerdeyê û Dibistana Kewkeb El Tifûle û jinên ji kantona Reqayê bi hunerên xwe yên destkariyan tev li pêşangehê bûne.

Li gorî hatibû plankirin, pêşangeh dê îro bi dawî bibûya, lê ji bo derfeta serdanê li pêşiya her kesî were vekirin, dê pêşangeh sibê jî vekirî be.

(bb)

ANHA