Li Kurdistanê qeyûm hat protestokirin: Em ê serî netewînin

Nerazîbûna li hemberî desteserkirina 3 şaredariyên DEM Partiyê li bakurê kurdistan û Tikiyê dewam dike. Di çalakiyan de peyama berxwedanê hate dayin.n

Li Kurdistanê qeyûm hat protestokirin: Em ê serî netewînin
4 mijdar, 2024   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hemberî desteserkirina Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Rihayê nerazîbûn dewam dike. Girseya ku li ber Şaredariya Êlihê kom bûn, navçeyên Akdenîz û Toroslarê meş, Wanê rêveberên DEM Partiyê û welatî li Kolana Hunerê li hev kom bûn, Mêrdîn û Riha yê Biryara desteserkirina Êlihê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi xwepêşandanekê hate şermezarkirin.

ÊLIH

Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DPB) Keskîn Bayindir, li avahiya bajêr a Êlihê li hev kom bûn. Piştre jî ji vê derê ber bi şaredariyê ve bi rengekî girseyî meşiyan.

Di meşê de bi dirûşman nerazîbûn ji qeyûm re hate nîşandan. Hevşaredara Êlihê ya DEM Partiyê Songul Korkamz got, "Beriya niha jî qeyûm tayîn kirin lê belê nebû çare. Divê tavilê dest ji qeyûm berdin, qeyûman vekişînin. Em ê dest ji berxwedana xwe bernedin."

Keskîn Bayindir jî di çalakiya protestoyî de axivî û got: "Destê xwe dirêjî Kurdan kirin lê îro destê xwe dirêjî îradeya wan kirin."

MÊRSÎNÊ

Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî ya Rihayê li navçeyên Akdenîz û Toroslarê meş li dar xist. Rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca û gelek welatî tev li bûn. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Dê qeyûm biçe gel dê li cihê xwe be” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” hatin berzkiri

'ROJ ROJA BERXWEDANÊ YE’

Piştî meşa li navçeya Akdenîzê daxuyanî hate dayin. Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan axivî û wiha got: “Li dijî zîhniyeta darbekar û gelê kurd tune dihesibîne, li dijî zîhniyeta îradeya gelê kurd tune dihesibîne roj roja berxwedan û têkoşînê ye.”

 Parlamenter Perîhan Koca jî got ku ew ê darbeya qeyûm qebûl nekin. Koca, wiha domand: “Mêrdîn a me ye, Êlih a me ye, Xelfetî ya me ye. Em xespkirina îradeya gel qebûl nakin. Em qeyûman baş nas dkiink. Qeyûm dizîker in, xesp e, darbe ye, darbeya li dijî îradeya gelê kurd e. Darbeya li dijî îradeya jin û ciwanan e.”

WANÊ

Li Wanê rêveberên DEM Partiyê û welatî li Kolana Hunerê li hev kom bûn û li dijî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Mêrdîn, Êlihê û Xelfetiyê nerazîbûn nîşan dan. Piştî daxuyaniyê polîsan êrişî çalakiya gel kir. Di êrişê de gelek kes hatin binçavkirin. Girseyê li dijî qeyûman di nav dropêça polîsan de dest bi çalakiya rûniştînê kir. 

 ‘ME Ê LI BER XWE BIDIN’ 

 Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît li vir axivî û diyar kir ku rejîma AKP-MHP’ê ji têkçûnên xwe yên li Kurdistanê têr nebûye û bi heman rêbazan îradeya gel desteser kiriye. Kaçmaz destnîşan kir ku wê gel li dijî vê dizî û talanê li ber xwe bide û got ku wan di 2-3’yê nîsanê de çawa li dijî destesrkirina vîna gelê Wanê li ber xwe dan, dê dîsa bi heman awayî berxwedana xwe li dijî qeyûman nîşan bidin. 

RIHA

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê desteserkirina şaredariyan hate şermezarkirin. Siyasetmedarên ji DEM Partiyê û girseya gel nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûm dan.

Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî got ku qeyûm di salvegera darbeya siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an hatine tayînkirin. Karakeçîlî, tayînkirina qeyûm weke hiqûq dijminatiyê pênase kir û wiha got: “Kesên birêz Ocalan vedixwendin Meclisê niha qeyûm tayîn dikin. Ev hiqûqa dijminatiyê ye.”

MÊRDÎN

Li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya DEM Partiyê ku hate desteserkirin çalakiya şermezarkirinê dewam dike. Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û siyasetmedar Sebahat Tûncel tevlî çalakiya li vê derê bûn.

Ûçar diyar kir ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de siyaseta qeyûm a îktîdarê têkçûye û wiha got: “Rewşeke eşkere heye; siyaseta AKP’ê riziyaye. AKP-MHP li ber digerin ku welêt bi komeke sermayedaran re birêve bibe. Her şaredariya AKP-MHP’ê li Kurdistanê winda kirî Tirkiye hinek bêhtir nêzî ronahiyê kir. Me AKP a ku welêt ber bi wêraniyê ve dibe, da windakirin."

Ûçar tayînkirina qeyûman weke “darbe” nirxand û ev tişt anî ziman: “Polîtîkayeke şerê taybet heye ku bi destê hêzên ewlekariyê tê meşandin. AKP-MHP a ku jin û ciwanan bi tiryak û fihûşê ji eslê xwe derdixîne, ji ewil qeyûm tayînî Colemêrgê kir. Ya ku hatiye kirin darbe ye. Hem darbeyeke hiqûqî hem jî siyasî ye. Kî darbeyê dike? Yên ku rewatiya xwe winda dikin û li dijî gel têk diçin darbeyê dikin. Lewma yên windakirin ne em in, AKP-MHP û aqilê dewletê yê sedsalî ye. Em duh jî li vir bûn û îro jî li vir in.”