Li Reqayê bi sedan kes ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Li Reqayê bi sedan kes li dijî pergala îşkence û qirkirinê ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û peyama "Azadiya gelan bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye” da.

4 mijdar, 2024   15:08
REQA

Desteya Malbatên Şehîdan, Gaziyên Şer û Dîlgirtiyan a Kantona Reqayê bi armanca şermezarkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, meşek bi dirûşma "Azadiya gelan bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye, em ê bi hev re rêka azadiyê berdewam bikin" li dar xist.

Bi sedan şênî, endamên Desteya Malbatên Şehîdan, Gaziyên Şer û Dîlgirtiyan, Kombûna Jinan a Zenûbiya û rêxistinên civaka demokratîk tev li meşê bûn û ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a berê ya bajarê Reqayê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hatin hildan, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bimire Erdogan", "Hilweşe Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan" hatin berzkirin.

Meş li Qada Jina Azad sekinî û deqeyeke rêz hat girtin. Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan, Gaziyên Şer û Dîlgirtiyan a Kantona Reqayê Dîma El Hemûd axivî. Dîma bi bîr xist ku dewleta Tirk bi ferzkirina pergala îşkence û qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan şerê  tevahî projeyên demokrasiyê, bi taybetî projeya neteweya demokratîk dike.

Dîma anî ziman ku armanca dewleta Tirk şikandona îradeya gelan, têkbirina projeya demokratîk û biratiyan e û got, ev yek di êrişên wê yên li ser binesaziya herêmê diyar dibin.

Dîma da zanîn ku serketina projeya Rêveberiya Xweser a ku bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan ava bûye, Erdogan û AKP bê çar kirine. Her wiha îşaret pê kir ku Erdogan û hikumeta serdest a li Tirkiyeyê ji ramanên Rêber Ocalan ditirsin, lewra her carê pergala îşkence û qirkirinê li hemberî wî nû dikin.

Dîma El Hemûd di dawiya axaftina xwe de got: "Wek malbatên şehîdan ên ku di rêya parastina projeya neteweya demokratîk de berdêlên giran dane, em ev meş li dar xistiye da ku bang li rêxistinên hiqûqî, mirovî û civaka navneteweyî bikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erkên xwe bi cih bînin. Em ê çalakiyên berdewam bikin ta Rêbertî bi fîzîkî azad bibe.”

Di dawiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Hilweşe Komploya Navneteweyî" hatin berzkirin.

(bb)

ANHA