Pêşangeha Pirtûkan di roja 6`an de dewam dike

Roja 6`an a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi serdanên nivîskar û hezkerên xwendinê qediya.

Pêşangeha Pirtûkan di roja 6`an de dewam dike
Pêşangeha Pirtûkan di roja 6`an de dewam dike
Pêşangeha Pirtûkan di roja 6`an de dewam dike
Pêşangeha Pirtûkan di roja 6`an de dewam dike
Pêşangeha Pirtûkan di roja 6`an de dewam dike
Pêşangeha Pirtûkan di roja 6`an de dewam dike
Pêşangeha Pirtûkan di roja 6`an de dewam dike
Pêşangeha Pirtûkan di roja 6`an de dewam dike
20 cotmeh, 2024   19:17
QAMIŞLO

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an di roja xwe ya 6`an de li hola Zana ya bajarê Qamişloyê didome.

Îro danê êvarê bi dehan pêkhateyên herêmê, nivîskar, rewşenbîr, xwendekar, mamoste, hezkerên xwendinê, hunermend, ciwan, nûnerên ji Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê û Kongra Îslama Demokratîk serdana pêşangehê kirin.

Pêşangeh bi gera xelkê li nava pirtûkan û guhdarkirina dengê Hunermend Alan Dirêî bi dawî bû.

Di çarçoveya bernameya pêşangehê de îro çalakî tune bûn, wê sibe danê êvarî panelek bi rêya online were lidarxistin û pirtûk werin îmzekirin.

Pêşangeh 15`ê Cotmehê hatibû vekirin wê heta 22`ê Cotmehê vekirî be.

(sb)

ANHA