Erebeyeke hêzên Şamê li Derayê hat hedefgirtin

Mayîneke nenasan çandibû bi erebeyeke leşkerî ku tê de endamên ʹEwlehiya Dewletêʹ yên girêdayî hêzên Şamê hebûn de teqiya, di encamê de gelek leşker birîndar bûn.

Erebeyeke hêzên Şamê li Derayê hat hedefgirtin
20 cotmeh, 2024   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Dera 24 ragihand ku li ser rêya gundê Selemên ê herêma Zeirora ya bakurê bajarê Casim ê Derayê kesên nenas mayînek çandibû. Ew mayîn bi erebeya leşkerî ya endamên şaxê ʹEwlehiya Dewletêʹ ya hêzên Şamê de teqiya. Di encamê de gelek leşker birîndar bûn.

(fr)