Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol vebû

Bi dirûşma “Em xwendinê bikin rêbaza jiyanê" Pêşangeha 8’an a Pirtûkan a Şehîd Herekol hat vekirin.

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol vebû
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol vebû
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol vebû
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol vebû
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol vebû
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol vebû
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol vebû
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol vebû
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol vebû
15 cotmeh 2024   12:11
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Em xwendinê bikin rêbaza jiyanê", Pêşangeha 8ˈan a Pirtûkan a Şehîd Herekol vebû. 

Pêşangeh bi beşdariya bi dehan weşanxaneyên xwecih û navneteweyî li Hola Zana ya li bajarê Qamişloyê hat vekirin.

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi hevkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê hatiye organîzekirin.

Pêşangeha Yekemîn a Pirtûkan a Şehîd Herekokl 20ˈê Tîrmeha 2017ˈan di salvegera yekemîn a şehadeta têkoşer û nivîskar Hisên Çawîş (Herekol) de hatibû vekirin.

Li gorî komîteya amadekar 54 weşanxane cihê xwed tê de digirin û 143 hezar pirtûk têne pêşandan.

Rêjeya pirtûkên kurdî yên di pêşangehê de hatin pêşandan, ji sedî 45, tevlêbûna berhemên jinan nêzî ji sedî 25 e.

Vekirina pêşangehê bi axaftin Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, axaftina komîteya amadekar û malbata şehîd Herekol dest pê kir.

Pêşangeh wê 22ˈyê Cotmehê bi dawî bibe.

(bb)

ANHA