Pêşangeha 'Berxwedana Jinê' li Hesekê gera xwe bi dawî kir

Piştî Reqa, Tebqa, Minbic, Kobanê, Qamişlo û Amûdê, pêşangeha hunera şêwekariyê ya bi navê “Berxwedana Jinê” cara dawîn li Hesekê jî hat vekirin.

Pêşangeha 'Berxwedana Jinê' li Hesekê gera xwe bi dawî kir
Pêşangeha 'Berxwedana Jinê' li Hesekê gera xwe bi dawî kir
Pêşangeha 'Berxwedana Jinê' li Hesekê gera xwe bi dawî kir
Pêşangeha 'Berxwedana Jinê' li Hesekê gera xwe bi dawî kir
Pêşangeha 'Berxwedana Jinê' li Hesekê gera xwe bi dawî kir
20 November 2023   15:30
HESEKÊ

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinê di bin dirûşmeya “Berxwedana Jinê” de pêşangehek tabloyan vekiribû. Tablo bi destê şêwekarên jin ên herêma Cizîrê hatibûn xêzkirin. Çalakî di çarçoveya çalakiyên tevger û rêxistinên jinan ên bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê (25 Mijdar) hatibû lidarxistin.

Pêşangeha ku li bajarên Reqa, Tebqa, Minbic, Kobanê, Dêrik, Qamişlo û Amûdê hatibû lidarxistin, îro li bajarê Hesekê jî hat vekirin û tabloyên ku bale dikişînin ser rola jinan û têkoşîna wan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin pêşandan.

45 tabloyên ku ji aliyê 30 şêwekarên ji herêma Cizîrê ve hatin xêzkirin, li Parka Xwendinê ya li bajêr hatin pêşandan. Pêşangeh ji aliyê şêniyên bajêr, bi taybet ji aliyê jinan ve rastî eleqeyeke mezin hat.

Li kêleka tabloyan, şêwekarên beşdarî pêşangehê bûne der barê tabloyên xwe de sînevîzyonek jî da pêşandan.

(c)

ANHA