Cendirmeyên dewleta dagirker li ser sînor ciwanek qetil kir

Cendirmeyên dewleta Tirk a dagirker li ser sînorên navbera bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî û Tirkiyeyê de ciwanek qetil kir, ciwanek jî birîndar kir.

Cendirmeyên dewleta dagirker li ser sînor ciwanek qetil kir
20 November 2023   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Belgekirina Binpêkirinan ku navenda wê li Ewropayê ye, ragihand ku ciwanekî ji bajaroka El Keşîşe yê rojhilatê Dêrazorê dema ku hewl dida ji herêma Serêkaniyê derbasî Tirkiyeyê bibe bi guleyên cendirmeyên dewleta Tirk a dagirker hatiye kuştin, ciwanekî din ê pê re jî birîndar bûye.

Li gorî navendê, navê ciwanê hatî kuştin Mihemed El El Xerb El Îsa, yê birîndar jî Elî El Xelef e.

(c)