PYD`ê rewşa Îmraliyê û herêmê bi gel re nîqaş kir

Di civîna PYD`ê ya bi şêniyên navçeya Çilaxa re, hat gotin ku tenê berzkirina sloganan li qadên têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têrê nake, lê belê divê gel rêxistinbûna xwe xurttir bike û têkoşîna xwe mezintir bike.

PYD`ê rewşa Îmraliyê û herêmê bi gel re nîqaş kir
PYD`ê rewşa Îmraliyê û herêmê bi gel re nîqaş kir
PYD`ê rewşa Îmraliyê û herêmê bi gel re nîqaş kir
PYD`ê rewşa Îmraliyê û herêmê bi gel re nîqaş kir
20 mijdar 2023   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Çilaxa ji bo şîrovekirina geşedanên dawîn ên têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan û rewşa siyasî li Kurdistan û Rojhilata Navîn civînek li dar xist.

Civîn li Navenda Çandê ya navçeyê hate lidarxistin. Tê de şêniyên navçeyê, endamên Kongra Star, endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya JInên Ciwan, rûsiyên kurd û ereb, endamên hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn.

Di civînê de, hevseroka Şaredariya Gel a Çilaxa û endama PYD`ê Firyal Qesûm axivî û xalên civînê aşkera kirin.

Destpêkê endamê PYD`yê şaxê kantona Qamişlo Mihemed Ebdurehîm axivî û şehîdên komkujiya Teqel Beqelê bi bîr anîn. Dûre dest bi nirxandina xalên civînê kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi erêkirina hêzên navneteweyî, hîna daxwazên hevdîtina bi parêzer û malbatên re li ser Rêber Abdullah Ocalan qedexe dike. Tecrîdê girantir dike ji ber ku fikrê wî kilîta çareseriya aloziyên li Rojhilata Navîn e. Her wiha ev fikr, ne ligor berjewendiyên netewdewletê û yên hegemonîk e.”

Ebdurehîm wiha domand: “Ji bo pêkanîna azadiya Rêbertî, berzkirina sloganan li qadên berxwedanê têrê nake. Ji ber wê dive em xwe birêxistin bikin û têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî mezintir bikin.”

Ebdurehîm geşedanên siyasî li herêmê, Kurdistan û Rojhilata Navîn ji beşdaran re şîrove kirin û got: “Dewleta Tirk a dagirker xwest li Dêrazorê roleke kirêt bilîze ku hewl da şerekî taîfî di navbera pêkhateyan de çê bike, lê belê bi bin ket. Ji ber wê êriş binesaziya herêmê û navendên xizmetguzariyê kir ji bo ku dehf bide xelkê koçber bibin. Lê gel, gotina xwe ya dawî got û xwedî li şehîdên xwe yên di berxwedana li hember êrişan de şehîd bûne, derket.”

Ebdurehîm wiha pê de çû: “Ji destpêka şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de, dewleta Tirk xwest rola lehengê parêzvanê gelan bilîze. Lê daxuyaniyên Erdogan ê ku hewl da xwe wek piştevanê doza filistîn û gelê wê xuya bike, dûrûtiya dagirkeriyê aşkera kir. Armanca wê ji gûrkirina şer di navbera Filistîn û Îsraîlê de, veşartina êrişên xwe yên hovane li dijî herêmê ye.”

`BERXWEDAN RÊYA YEKANE YA PARASTINA PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E`

Her wiha Ebdurehîm got: “Divê gel hişyar be, guh nede şerê taybet ê dewleta Tirk û piştgiriya hêzên herêmê yên leşkerî bike.”

Di dawiya axaftina xwe de Ebdurehîm bang li her kesî kir ku tev li şahiya salvegera damezirandina PKK`ê ku 27`ê Mijdarê ye û salvegera şehîdxistina fermandarên PYD`ê ku 29`ê Mijdarê ye bibin û got: “Tevlêbûna wê bi girseyî, peyamekî dide dijmin ku em gelekî nayê tunekirin.”

Civîn bi berzkirina “Bijî berxwedana Rojava” û “Bê Serok jiyana nabe” bi dawî bû.

(şx)

ANHA