Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir

Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan li Girtîgeha Sîncanê bi girtiyên jin ên siyasetmedar re hevdîtin kir. Jinan, ji bo çareseriyê banga hestiyariyê li raya giştî kirin.

Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
31 ÇILE, 2025   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN 

Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Parlamentera Wanê Pervîn Buldan li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê bi Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û girtiyên din re hevdîtin kir. 

Di hevdîtinê de agahiyên têkildarî hevdîtina dawî ya li Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hatibû kirin, agahî hatin parvekirin.

Têkildarî pêvajoyê nirxandin hate kirin û li pêşniyarên girtiyên jin hate guhdarîkirin. 

Leyla Guven û girtiyên din ên jin, di hevdîtinê de gotin ku ew piştgiriyê didin perspektîfa çareseriyê ya Rêber Abdullah Ocalan pêş dixe û dê xwedî li îradeya çareseriyê derkevin. Jinan, ji bo çareseriyê banga hestiyariyê li raya giştî kirin.