Pereyên kevin li navendên postexaneyan tên kişandin

Banaka Navenda ya Sûriyeyê ragihand ku kişandina pereyên kevin ên Sûriyeyê bi rêya navendên postexaneyan ên li tevahî parêzgehan pêk tê û diyar kir ku welatî ne mecbûr in ku serî li avahiya Banka Navendî ya li Şamê bidin.

Pereyên kevin li navendên postexaneyan tên kişandin
9 tebax, 2026   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Banka Navendî ya Sûriyeyê li ser malpera xwe belav kir ku proseya kişandina pereyên kevin ên Sûriyeyê bi rêya şaxên Postexaneya Sûriyeyê yên li tevahî parêzgehan, li gorî bernameya birêxistinkirî, dewam dike.

Bankê diyar kir ku êdî pêwîst nake welatî  rasterast serî li Banka Navendî ya Şamê bidin û bang li welatiyan kir ku berê xwe bidin şaxên Postexaneyê yên li tevahî parêzgehan.

Bankê da zanîn ku pejirandina şaxên Postexaneyê li tevahî parêzgehan bi armanca rêya welatiyan hêsan bibe, ji bilî wê jî rê dide ku xebatên kişandina pereyên kevin temam bibin.

Bankê destnîşan kir ku ew bi hevahengî ligel Postexaneya Sûriyeyê dixebite da ku hejmara kontuarên vekişînê zêde bike û amadebûna wan a xebatê baştir bike. Bi vî awayî alîkariya lezandina radestkirina xizmetê ji welatiyan re û kêmkirina demên li bendê û qerebalixiyê bike.

Piştî zextek mezin li gelek parêzgehan li ser navendên pevguhertina pereyên kevin pêk hat, nexasim jî bi nêzîkbûna bidawîbûna demên diyarkirî ev tedbîr hatin girtin. Li navendên Reqa û Hesekê tabûr çêbûn.

SANA’yê di 19’ê Tîrmehê de daxuyandibû ku li Postexaneya Reqayê girseya welatiyan ji bo pevguherîna pereyan kom bûye. Zexta li ser çêbûbû, ji ber ku tenê navendek li wir heye. Lê piştre navendên din li Tebqa, Sebxe û Girê Spî ji bo sivikkirina qerabelxeiyê hatin zêdekirin.

Li Hesekê jî di dawiya Tîrmehê de ajansa me qerabalixiyeke mezin li pêş navenda pevguhertina pereyan tomar kir. Şêniyan ji ber bendemayîna Demeke dirêj û derengmayîna tedbîran gilî kir.

Li kêlek pêvajoya pevguhertina pereyan di sûkê de tevlihevî derket û nîşanên rageşî û nerazîbûnê re li ser proseyên gihîştina navendên pevguhertina pereyan pêk hatin. Şêniyan gilî li ser zehmetiyên gihîştina van navendan û demên dirêj ên li bendemayînê kir. Di heman demê de fikar li ser kombûna pereyên kevin ên ku ji hêla welatiyan û bazirganan ve tê girtin derketin holê.

Banka Navendî ya Sûriyeyê di destpêka 2026’an de, dest bi pevguhertina pereyan kir û diyar kir ku proseya pevguhertinê belaş e.

(f)