Li Qamişloyê alavên kolandina bîran a bêserûber tên girtin

Di 5 rojan de komîteya hevbeş a ji bo rêgirtina ber kolandina bîran bi awayeke ne fermî ya li bajarê Qamişlo, hejmarek alavên kolandina bîran desteser kir. Komîteyê diyar kir ku ew ê ji bo parastina çavkaniyên avê kampanya xwe bidomînin.

Li Qamişloyê alavên kolandina bîran a bêserûber tên girtin
Li Qamişloyê alavên kolandina bîran a bêserûber tên girtin
Li Qamişloyê alavên kolandina bîran a bêserûber tên girtin
10 tebax, 2026   07:40
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Li bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê di demên dawî de, rêjeya kolandina bîran bi awayeke ne fermî zêde bû. Ev yek hişt ku metirsiyên kêmbûna ava binerd derkeve pêş, her wiha di encamê de zirar bighêje rêjeya avê û binesaziya girêdayî wê.

Ji bo rêgirtina ber vê diyardeyê, 5`ê Tebaxê (2026) aliyên peywendîdar li Qamişloyê hevdîtinek pêk anîn, di hevdîtinê de komîteyeke hevbeş a ji bo şopandina kolandina bîran, girtin û pêkanîna rêkarên qanûnî derheqê kesên ku binpêkirinan dikin.

Komîteya hevbeş ji nûnerên Daîreya Avê, Şaredariya Gel a Qamişloyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Gerînendetiya Çavkaniyên Avê û Saziya Çandiniyê pêk tê. Komîte dê kolandina bîran di hundirê bajêr de û tekezkirina fermiyeta kolandinê bişopîne.

ALAVÊN KOLANDINÊ TÊN DESTESERKIRIN

Piştî ku komîte hate avakirina bi awayeke yekser dest bi xebatê kir, niha jî rojane li kolanên bajarê Qamişlo digere û rewşê dişopîne.

Ev 5 roj in komîte li kesên ku binpêkirin kirine digerin, piraniya bîrên ku bi awayeke bêserbûber dihatin kolandin, hatin rawestandin. Hejmarek ji alavên kolandina bîran ên ku bêyî kaxezên fermî bîr dikolandin, ji aliyê komîteyê ve hatin desteserkirin.

Endamê Rêveberiya Zabîteya Şaredariya Gel û Endamê Komîteya Hevbeş Ebdulkerîm Hacî Darî ji ajansa me re diyar kir ku ji ber rêjeya kolandina bîran bi awayeke nebirêxistinkirî wan komîte ava kir, ew niha rewşê dişopînin.

Hacî da zanîn ku alavên kolandina bîran yên ku ne ji derveyî bajar in, kaxezeyên wan jî kên in, ew heta temamkirina belgeyên fermî, ji bo bajarên wan tên vegerandin. Alavên ku bi awayeke ne fermî kolandin pê tê kirin tê desteserkirin û wan sewqî mirabên taybet bi wesayetan ên li gundên Hîmo û Um El Firsan.

Ebdulkerîm Hacî Darî destnîşan kir ku wê kesên binpêkirin kiriye di rêkarên qanûnî ji hêla aliyên peywendîdar ve bên derbaskirin, kampanya ku wan dest pê kiriye jî dê heta desteserkirina hemû alavên ku kolandinê bi awayeke ne fermî dikin bê domandin.

Ebdulkerîm Hacî Darî bal kişand ser kolandina bîran a nebirêxistinkirî û da zanîn ku ev yek zirareke mezin binesaziya avê dike, xizana ava binerd kêm dibe û dihêle ku av nemîne. Daxwaz ji xwediyê alavên kolandinê kir ku li gorî rêkarên qanûnî xebatê xwe bidin meşandin, beriya ku dest bi xebata kolandinê bikin divê belgeyên fermî yên kolandinê bigirin.

(sb)

ANHA