Xerabbûna rewşa jiyanî û paşketina xizmetguzariyan barê xelkê Çilaxayê giran kir

Şêniyên bajarê Çilaxayê der bare hilweşîna rewşên jiyanî û xizmetguzarî de mixabînî û nerazîbûna xwe anîn ziman û bang li aliyên eleqedar kir ku bi erkên xwe rabin, li ser dîtina çareseriyên lez ên ji bo pirsgirêkên kehrebê, nan, paqijî û bilindbûna bihayan bixebitin.

Xerabbûna rewşa jiyanî û paşketina xizmetguzariyan barê xelkê Çilaxayê giran kir
10 tebax, 2026   03:45
QAMIŞLO
BENSA ŞEMO

Piranî deverên Sûriyeyê ji demekê ve bi rewşên jiyanî yên zehmet re rû bi rû ne, li kêlek wê jî asta xizmetguzariyên bingehîn paşketiye û lêçûnên debarê bilind bûne. Vê yekê şêniyên wan bajaran derkevin xwepêşandan û çalakiyan daxwaza başkirina şert û mercên jiyanî, xizmetguzarî û dabînkirina pêdiviyên bingehîn bikin.

Li gelek bajar û bajarokên herêma Cizîrê jî ev daxwaz dubar dibin. Şênî nerazîbûn û mixabîniya xwe li hember paşketina xizmetguzarî, bilindbûna bihayan û zehmetiya peydakirina pêdiviyên jiyanî yên rojane tînin ziman.

Girêdayî mijarê, xelkê bajarê Çilaxayê yê herêma Cizîrê bi daxwaza başkirina rewşa debarê û xizmerguzarî çalakiyek li dar xist. Ajansa me bi hejmarek şêniyan re civiya. Şêniyan pirsgirêkên pê re rû bi rû ne û daxwazên dibînin pêwîst in bilez werin çareserkirin parve kirin.

Basil Derwîş got asta xizmetguzariya li herêmê li şûna pêşketinê paşketiye. Basil Derwîş destnîşan kir ku şert û mercên jiyanî yên heyî bare welatiyan ligel bilindbûna bihayên pêdiviyên bingehîn giran kiriye.

‛KEHREBE JI BAŞBÛNÊ BER BI KÊMKIRINA SAETÊN DIRÊJ ÊN XEBITANDINÊ’

Derwîş behsa rewşa kehrebê ya li Çilaxayê kir û anî ziman ku siwarkirina jimarên elektronî yên kehrebê hişt ku rewşa kehrebê baş bibe û beşek ji êşên şêniyan bi salên dirêj bi dawî bibe.

Derwîş diyar kir ku lê di dema dawî de bi pejirandina saetên xebitandinê yên demdirêj nexasim di saetên rojê de û di lûtkeya bilindbûna pileyên germahiyê de rewş guhertiye û hiştiye kehrebe bibe pirsgirêka tevahî bajêr.

Der barê qutbûna kehrebê de Basil Derwîş destnîşan kir ku ev yek ne tenê bandorê li malan dike, li dikan, xebatan û tevahî aliyên jiyanî yên rojane jî dike û banga dîtina çareseriyên ku başkirina rewşa kehrebê misoger bike û saetên qutbûna dirêj kêm bibin, kir.

‛METIRSIYÊN PAŞKETINA PEYDAKIRINA NAN’

Li ser rewşa nan jî Basil berdewam kir ku paşketina kalîteya nan û nebirêxistinbûna peydakirina wê li gel şêniyan metirsî çêkiriye.

Di dewama axaftina xwe de Derwîş got qutbûna ard car caran li gel şêniyan fikar çêkiriye ku ev pirsgirêk bibe qutbûna tevahî nan. Vê yekê hiştiye zehmetî di peydakirina nan de bê kişandin û şênî nikarin bi awayekî demkî nanê siyahî bikirin.

Di dawiya axaftina xwe de Basil Derwîş diyar kir ku nan madeyeke bingehîn e û banga şopandina xebata firneyan, peydakirina ard û nan bi awayekî berdewam kir û divê nan bi kalîteyeke baş bigihîne tevahî taxên bajêr.

DAXWAZÊN BAŞKIRINA REWŞA KEHREBÊ, NAN, PAQIJÎ Û BIHAYAN

Li aliyekî din jî Aydil Mihemed Seîd Yûsif jî diyar kir ku daxwazên xwepêşandêran ne tenê beşa xizmetguzariyê bû, lê tevahî aliyên jiyanî û xizmetguzarî bû ku bandorê rasterast li jiyana şêniyan dike, ye.

Yûsif diyar kir ku ji daxwazên sereke kehrebe, nan, paqijî , bilindbûna bihayan û qedexeya danûstandina pereyên kevin ên Sûriyeyê ku li sûkan jî nîn in. Ev daxwaz barên welatiyan zehmetir kirine.

Yûsif got pêwîst e çareseriyên pratîkî û lez ji van pirsgirêkan re bên dîtin, çavdêriya li sûkan û xizmetguzariyê zêde biin ku barên welatiyan sivik bibe.

Di dewama axaftinê de Yûsif got hilweşîna rewşa jiyanî, ligel berdewama pirsgirêkên xizmetguzarî û nebûna çareseriyên berbiçav ên çareserkirinê, êdî barekî mezin e.

ÇOP JÎ PIRSGIRÊKEK DIN E LI TEVAHÎ KOLANÊN BAJÊR BELAV E

Yûsif bal kişand ser rewşa paqijiyê li Çilaxayê û paşguhkirina saziyên xizmetguzariyê bi rabûna erkên xwe rexne kir.

Yûsif anî ziman ku çop li hejmarek kolanên bajêr û sûkê kom bûye û berdewama vê rewşê wê bandore li paqijiya giştî bike û rewş aloztir bibe bi taybet jî li bajarên dîtir jî heman pirsgirêk heye.

Yûsif di dawiyê de bang li aliyên eleqedar kir ku berpirsiyariyên xwe hilgirin, çareseriyên cidî û lez ji pirsgirêka paqijiyê re bibînin û dosyayên din ên xizmetguzariyê çareser bikin.

DAXWAZÊN ÇARESERIYÊN PRATÎKÎ

Ehmed Dewrîş jî tev li daxwazên şêniyan bû û diyar kir ku hilweşîna rewşa jiyanî û paşketina xizmetguzariyê barekî dîtir li ser şêniyan e.

Dewrîş destnîşan kir ku digel nebûna çareseriyên zelal û lez ji aliyên eleqedar ve di tevahî aliyên jiyanî yên rojane de pirsgirêk hene û bang li sazî û berpirsên beşên xizmetguzariyê kir ku li giliyên şêniyan guhdarî bikin û bi awayekî cidî çareser bikin.

Di dawiyê de Dewrîş anî ziman ku çareserkirina van daxwazên bi awayekî pratîkî wê şert û mercên jiyanî û xizmetguzarî yên Çilaxayê baş bike û pêwîst e daxwazên şêniyan veguherin tedbir û çareseriyên berbiçav û bandoreke rasterast li jiyana wan a rojane bike.

(f)

ANHA