Penaberiya berovaj li Îsraîlê zêde dibe

Di sala borî de li Îsraîlê rêjeya welatiyên Îsraîlê yên ku ji Îsraîlê derketine zêde bû. Li gorî daxuyaniyên fermî yên nû diyar dibe ku ev zêdebûn ji ber şerê li Xezayê, encamên wê li ser ewlehiyê û aboriyê ne.

Penaberiya berovaj li Îsraîlê zêde dibe
17 îlon, 2025   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniyên fermî yên nû, di 2024'an de rêjeya welatiyên Îsraîlê yên ku ji Îsraîlê dekretine û penaber bûne zêde bûye. Hat diyarkirin ku zêdetirî 82 hezar kes ji Îsraîlê derketine, li hemberî wê tenê 31 hezar hatine Îsraîlê.

Di 2023'yan de 46 hezar penaber vegeriyan Îsraîlê û 55 hezar jî jê derketin.

Li gorî amarên fermî, di şeva sersala Îbranî de nifusa Îsraîlê 10 mîlyon kes bû.

Hat diyarkirin ku li Îsraîlê 2.104 mîlyon welatiyên Ereb û 7.7 mîlyon Cihû û 260 hezar biyanî dijîn.

Ji dema damezirandina Îsraîlê ve nêzî 3.49 mîlyon penaber hatine Îsraîlê. Hemwextî wê piştî şerê Xezayê, encamên wê yên ewlehiyê û aboriyê, xwepêşandanên domdar ên li dijî hikumeta Benjamin Netanyahuyê, metirsiya zêdebûna penaberiya berovaj ji Îsraîlê zêde dibe.

(mh/şx)