7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû

Di roja dawî ya Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer de pêkhateyên Kurd (Herêma Koçerata, Hesekê, Efrîn, Amûdê, Qamişlo), Ereb (Reqa, Tebqa) û Suryan govendên xwe pêşkêş kirin. Ji bo hemû komên ku beşdarî festîvalê bûne spasname hatin dayîn.

7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
7`emîn Festîvala Govendê bi dawî bû
17 îlon, 2025   20:55
QAMIŞLO

7`emîn Festîvala Govendên Gelêrî ya Şehîd Ronahî Bawer ku ji 15`ê Îlonê bi beşdarbûna 23 komên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Aşûr, Ermen, Çerkez ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê dest pê kiribû, bi pêşandana govendên gelêrî di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.

Li Parka Azadî ya ku lê festîval tê li dar xistin de şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mêvanên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl û hezkerên hunerê amade bûn.

Di çarçoveya bernameya roja dawîn de komên Şehîd Qereçox (Herêma Koçera), Koma Cirniye (Tebqa), Koma Şehîd Tolhildan (Hesekê), Koma Hunerên Gelêrî (Reqa), Koma Şehîd Welat (Qamişlo), Koma Şehîd Mizgîn (Amûdê), Koma Yarsosa ya Suryanî, Koma Vegera Efrîn û Koma Milî ya Duhokê govendên xwe pêşkêş kirin.

Piştî pêşkêşkirina govendan komîteya amadekar a 7`emîn Festîvala Govendên Gelêrî ya Şehîd Ronahî Bawer spasname diyarî 24 komên ku beşdarî festîvalê bibûn, kirin.

Beriya dawiya festîvalê, endamê Desteya Serokatiya PYD`ê Aldar Xelîl axivî û got lidarxistina mîna van festîvalan ji bo naskirina civakan bi hev du, gelek girîng e

Paşê Hunermend Rêzan Bekir stran gotin, beşdarvanan jî li ber stranan govend gerandin.

(sb/şx)

ANHA