Penaberên Sûriyeyê li New Yorkê daketine xwepêşandanan

Penaberên Sûriyeyê li New Yorkê bi xwepêşandanan helwesta xwe li hemberî serdana serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê nîşan da. Xwepêşandêran komkujiyên li Siwêda û Beravê şermezar kirin û banga hesabxwestina ji sûcdaran û pêkanîna çareseriya siyasî kir.

Penaberên Sûriyeyê li New Yorkê daketine xwepêşandanan
24 îlon, 2025   21:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke penaberên Sûriyeyê yên li New Yorka Amerîkayê bi xwepêşandanan komkujiyên li Siwêda û Beravê şermezar kirin û banga diyarkirina çarenûsa windahiyan kir.

Xwepêşandêran wêneyên qurbaniyan û pankartên "Ji New Yorkê derkeve" ji bo serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri hildan.

Xwepêşandêran peyam da El Şeri û nerazîbûna xwe li hemberî wî nîşan da û got: "Ne edalet e ku mirov tenê ji ber ku ew cuda ne werin kuştin."

Xwepêşandêrekî got ku divê hevdu qebûlkirin hebe û banga gihandina dengê şêniyên Siwêdayê ji bo cîhanê kir.

Li hemberî wê jî hin pebanerên din bi meşekê piştgirî ji El Şeri re nîşan da û siloganên "Dewleta navendî" bilind kir.

Ev bûyer dabeşiya di nav penaberên Sûriyeyê yên li diyasporayê nîşan didin.

(mh)