Berpirsekî NY`yê bêçarebûna xwe li hember rewşa Xezayê anî ziman

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Karûbarên Mirovî Tom Fletcher got ew li hember “hovîtiya li Xezayê” bê çare ye ku di her saetekê de zarokek tê kuştin û dibistan bûne cihên tirsê, her wiha zêdetirî 700 hezar zarok ji perwerdeyê bêpar mane.

Berpirsekî NY`yê bêçarebûna xwe li hember rewşa Xezayê anî ziman
24 îlon, 2025   21:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Karûbarên Mirovî Tom Fletcher got ew li hember “hovîtiya li Xezayê” bê çare û xemgîne ji ber ku “kesên dikarin vê hovîtiyê bisekinin bê deng in”.

Berpirsê payebilind ê NY Fletcher di civîna ser rewşa zarokên filistînî de ku ji aliyê Belçîka û Urdunê ve di çarçoveya Civîna Giştî ya NY`yê de hatibû birêxistinkirin, axivî.

Fletcher diyar kir ku li Xezayê, ev du sal in di her saetekê de zarokek tê kuştin, “yên ku şansên wan hebin di konan de radizin, dibistan bûne cihên tirsê, ku zêdetirî 700 hezar zarok ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar mane.

Fletcher anî ziman ku ji wan re her tim tê gotin ku “ev berdêla şer e ku divê şênî bi vî awayî yan awayekî din, bidin”.

Tom Fletcher eşkere kir ku “parêzer û dîroknas, li ser navandina hovîtiya li Xezayê dê heta demeke dirêj nîqaş bikin, ruxmî ku gelek rojnamevanên navneteweyî nikarin derbasî wir bibin, lê dê miqdareke mezin a delîlan bi dest bikevin ji bo ku edalet were bidestxistin”.

Fletcher wiha domand: "Ez ditirsim ku em ê dîsa bicivin da ku miriyan bihejmêrin, hewl bidin ku peyvên nû bibînin da ku tirsê îfade bikin, her weha banga destwerdanê bikin. Lê çend kesên din wê werin kuştin, em ê çi wêraniyeke din li ser mirovahiya xwe ya hevpar zêde bikin?"

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ya ku ji aliyê Hemasê ve tê rêvebirin, di şerê nêzîkî du salan de zêdetirî 65 hezar filistînî hatine kuştin, ku piraniya wan sivîl in. Cîgirê Rêveberê Giştî yê UNICEF`ê Ted Chaiban piştrast dike ku di nav wan de zêdetirî 19 hezar zarok hene.

(ac/şx)

ANHA