Meclisa Siyasî ya Navend û Rojavayê Sûriyeyê êrişên li dijî Hemayê şermezar kirin

Meclisa Siyasî ya Navend û Rojavayê Sûriyeyê êrişên li dijî gundewarê Hemayê şermezar kirin û bang li hêz û rêxistinên navneteweyî kir ku sivîlan biparêzin.

Meclisa Siyasî ya Navend û Rojavayê Sûriyeyê êrişên li dijî Hemayê şermezar kirin
24 îlon, 2025   20:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Siyasî ya Navend û Rojavayê Sûriyeyê der barê êrişên li dijî deştê Xabê yê rojavayê Hemayê de ku di encamê de 2 sivîl şehîd bûn daxuyanî da. 

Di daxuyaniyê de êrişên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li dijî gundên Horat Emûrên, Nehir El Barid û Saqiyet El Necim û binçavkirina şêniyan û talankirina mal û milkê wan hatin şermezarkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew hêz ji bo domandina kuştin, binpêkirin û sûcan hatine deverê û hat destnîşankirin ku li hemberî van sûcan hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirs e.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî, Meclisa Ewlehiyê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan kir ku van komkujiyan rawestînin û sivîlan biparêzin.

(mh)