Li Îdlibê otomobîlek hate bombebarankirin kesek hate kuştin

Balafireke bêmirov otomobîlek li gundewarê bajarê Idlibê bombebaran kir, di encamê de kesek hate kuştin, li gorî agahiyan êriş ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve hatiye pêkanîn.

Li Îdlibê otomobîlek hate bombebarankirin kesek hate kuştin
21 sibat, 2025   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov, guman heye ku ya "Hevpeymaniya Navdewletî ye", otombîleke li ber xwaringeha "Tayba" li nêzîkî rêya Sermada-Tel El Kerame li gundewarê Idlibê bombebaran kir, di encamê de kesek ku di hundirê otombîlê de bû hat kuştin.

Di 15ê Sibatê de,  droneke nenas li nêzîkî bajarokê Orem El-Coz li gundewarê Idlibê otombîlek bombebaran kir di encamê de du kesên nenas hatin kuştin.

(k)