Pedersen: Divê hikumeteke rasteqîn û pêbawer bê avakirin

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen banga avakirina hikumeteke dema derbasbûnê ya rasteqîn û pêbawer kir.

Pedersen: Divê hikumeteke rasteqîn û pêbawer bê avakirin
14 adar, 2025   14:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen piştî pêşnûmeya destûrê ya desthilata Şamê axivî. 

Pedersen got dema avakirina "hikumeteke dema derbasbûnê ya rasteqîn, pêbawer û berfireh hatiye ku kesî dûr nexe."

Pedersen bi daxuyaniyekê anî ziman ku ew hêvî dike ku "pêşnûme Sûriyeyê ber bi vegerandina serdestiya qanûnê, pêşxistina pêvajoya derbasbûnê ya rêxistinkirî û giştî ve bibe."

Serokê desthilata demkî ya Şamê Ehmed El Şerî duh pêşnûmeya destûrê ya pêvajoya derbasbûnê îmze kiribû.

(bb)