Pedersen bi El Miqdad re dicive

Geir Pedersen îro bi wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El Miqdad re dicive.

Pedersen bi El Miqdad re dicive
17 adar, 2024   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Watan a hikumeta Şamê ragihand ku şaneyê NY`yê yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen duh gihaşt Şamê û dê bi wezîrê karên derve Feysel El Miqdad re bicive. 

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan, Pedersen dê bi balyozê Rûsya yê li Şamê û nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê yê ji bo pêşxistina têkiliyan bi Sûriyeyê Alexander Yefimov û balyozê Îranê Husên Akberî re bicive.

(şx)