Li 15 navendan Bakur û Tirkiye pîrozbahiya Newrozê

Wan, Colemêrg, Şirnex, Stenbol, Îzmîr, Dîlok û Tekîrdag jî di nav de îro wê lê 15 navendan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin.

Li 15 navendan Bakur û Tirkiye pîrozbahiya Newrozê
17 adar, 2024   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Pîrozbahiyên Newroza îsal ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tên lidarxistin didomin. Îro li Wan, Colemêrg, Stenbol, Şirnex, Îzmîr, Dîlok, Tekîrdag, Kocaelî, Bursa, Denîzlî, Osmaniye, navçeya Giyadîn a Agiriyê û navçeyên Sêwereg, Xelfetî û Pirsûsê yên Rihayê pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin. 

Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk di pîrozbahiyan de derdikevin pêş.