Pedersen bang li Şamê kir ku tev li civîna Komîteya Destûrî bibe

Geir Pedersen bang li hikumeta Şamê kir ku tev li civîna bê ya Komîteya Destûrî bibe ku dê dawiya meha bê li Cinevê bê lidarxistin.

Pedersen bang li Şamê kir ku tev li civîna Komîteya Destûrî bibe
17 adar, 2024   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen piştî civîna bi wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El Miqdad re li Şamê ji rojnamevanan re axivî.

Pedersen got: "Madem lihevkirin di navbera muxalefetê û hikumeta Şamê de tune ye, divê civîn li Cinevê li dar bikevin û Komîteya Destûrî û karên wê bên pêşxistin bi şêwazekê ku hêviyên gelê Sûriyeyê pêk bîne."

Pedersen di axaftina xwe ya li Meclisa Ewlehiyê de gotibû ku Rûsya ku piştgira herî mezin a hikumeta Şamê ye, ragihandiye ku ew Swîsreyê wek cihekî bêalî nabîne û destnîşan kir ku hikumeta Şamê qebûl nekir ku bê Cinêvê ji bo ku gera nehan a civînên Komîteya Destûrî li dar bixe.

Pedersen di wê axaftina xwe de aliyên Sûriyeyê vexwendine ji bo ku tev li civînên Komîteya Destûrî bibin ku dê dawiya Nîsanê li Cinêvê bên lidarxistin. Her wiha da zanîn ku heta niha her du aliyan li ser cihekî din li şûna Cinêvê li hev nekiriye. Pedersen bang li aliyên navneteweyî jî kir ku piştgiriya hewldanên NY`yê bikin û destwerdanê li cihê civîna sûriyeyiyan nekin. 

Her wiha Pedersen got: "Ji bo derbaskirina astengiyan, divê li aliyê siyasî pêşketinek çêbe. Rewşa li Sûriyeyê gelekî dijwar e. Nîşaneyên heyî diyar dikin ku rê şaş e."

(şx)