Cenazeyê fermandar Ronî Welat hat veşartin
Bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re cenazeyê fermandar Ronî Welat li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin.
Endamên saziyên sivîl, leşkerî, ewlehî, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereban, nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên eşîrên Dêrazorê, nûnerên Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, hevreyên şehîd, her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser jî di nav de, bi hezaran şêniyên kantona Qamişloyê cenazeyê endamê Fermandariya Giştî ya QSD′ê û endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ronî Welat (Şêrewan Hesen) li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan spart axê. Ronî Welat 5′ê Kanûnê dema erka xwe bi cih dianî di encama êrişeke terorî de li gundewarê Dêrazorê şehîd bû.
Girseya gel cenazeyê şehîd Ronî ji taxa Enteriyê wergirt û bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û tilîliyên dayikan ber bi pakrewangehê ve bi rê ketin.
Li pakrewangehê merasîmek hat lidarxistin. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişloyê Mahsûm Hesen sersaxî ji malbata şehîd û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xwest.
Hesen li ser têkoşîna şehîd Ronî Welat got, şehîd Ronî yek ji stûnên şoreşa biratiya gelan e ku ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk tê koşiya. Mahsûm Hesen her wiha got: "Dijmin fermandar Ronî kir hedef da ku îradeya ma lawaz bike û cudahiyê bixe navbera pêkhateyan; lê em dibêjin em ê hevgirtî ne, em ê têkoşîna şehîd berdewam bikin heta welatekî azad û demokratîk ava bikin, dê ala berxwedanê timî li ba be."
Ji fermandarên QSD û berdevkê YPG′ê Nûrî Mehmûd jî îşaret bi kesayeta şoreşgerî ya şehîd Ronî kir û wiha axivî: "Şehîd Ronî nimuneya rihê welatparêzî, exlaq û çandê bû. Di avakirina hêzên leşkerî yên xweser de mîrasek li pey xwe hişt.”
Mehmûd di dewama axaftina xwe de diyar kir ku şehadeta Ronî îsrara wan a têkoşîna li hemberî siyasetên dijmin zêde dike û got: "Dijmin bi hedefkirina wî hewl da rihê şoreşgerî yê gelên herêmê bikuje, lê şehadeta wî îsrara me ya sekna li hemberî siyasetên dijmin zêdetir dike. Divê rastiya şerê taybet û siyasetên ku bi rêya xayîn û sîxuran li dijî herêmê têne meşandin werin fêmkirin. Divê em kesayet û taybetmendiyên şehîd di jiyana xwe de zindî bikin. Wekî QSD′ê em soz didin em ê şopdarên xeta şehîd bin, em ê têkoşînê mezin bikin da serkeftinê mîsgoer bikin û tola şehîd hilînin."
Di merasîmê de hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mihemed Receb jî bal kişand li ser hevgirtina pêkhateyan û got, hevgirtina pêkhateyan tevahî komployên li dijî projeya demokratîk têk birin. Receb banga xwedîderketina li destkeftiyên şehîdan û xurtkirina yekitiya gelan kir.
Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Ronî Welat hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Xalê şehîd Ronî, Silêman Îsa jî axivî û soza şopandina xeta şehîdan da.
Di dawiyê de cenazeyê şehîd Ronî Welat bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û tilîliyên dayikan hat veşratin.
(bb)
ANHA