PCCWS'ê êrişa li Siqêlbiyê şermezar kir û banga lêpirsînê kir

Konseya Siyasî ya Rojava û Navîna Sûriyeyê (PCCWS) êrişa li bajarê Siqêlbiyê yê Hemayê şermezar kir û daxwaza lêpirsînê kir.

PCCWS'ê êrişa li Siqêlbiyê şermezar kir û banga lêpirsînê kir
28 adar, 2026   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Siyasî ya Rojava û Navîna Sûriyeyê (PCCWS) têkildarî êrişa şeva borî ya komên çekdar a li ser bajarê Siqêlbiyê yê Hemayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Çekdarên mezhebperest ên ji herêma Keleha Medîq êrişî bajarên Siqêlbiyê û Miherdê kirin. Sivîl, milkên giştî, yên taybet û sembolên olî kirin hedef. Ev êriş binpêkirineke aşkera ya çanda efûkirin û jiyana hevbeş e. Di heman demê de binpêkirina qanûnên navneteweyî, peymanên Cinêvê û protokolên Lahay e. Hêsankariya ji aliyê dezgeha ewlehiya giştî ya girêdayî Ebû Mihemed El Colanî ve, dihêle ku ew jî bibe hevkarê qanûnî û cezayî yên van kiryaran."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dubarebûna êrişên sîstematîk li gelek deveran nîşana projeya neqebûlkirina aliyên din e û gefan li ewlehiya nîştimanî dixwe. Her wiha hate destnîşankirin ku mafê şêniyan heye herêmên xwe û milkên xwe biparêzin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî hat kirin ku têkildarî van binpêkirinan lêkolînê bidin destpêkirin û qanûnên navneteweyî yên cih bînin da ku Sûriyeyeke ji bo her kesî, li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, rûmet û serweriya qanûnê ava bibe.

(bb)

ANHA