Yisrael Katz: Em ê tevahî malên Lubnanê yên li nêzî sînor birûxînin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz diyar kir ku ew ê tevahî malên Lubnanî yên li nêzî sînorê birûxînin û vegera bi sedan hezaran koçberan qedexe bikin.

Yisrael Katz: Em ê tevahî malên Lubnanê yên li nêzî sînor birûxînin
31 adar, 2026   20:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku Îsraîl wê hemû malên gundên Lubnanî yên nêzîkî sînor Îsraîlê birûxînin, rê nedin 600 hezar koçber vegerin malên xwe, beriya ewlehiya bakurê Îsraîlê misoger bikin. Katz got ku wê heman tiştê li Şerîda Xezayê bûye li vê herêmê jî bikin.

Katz destnîşan kir ku Îsraîlê plan dike ku li başûrê Lubnanê herêma tampon ava bike û wê piştî şerê bi Hizbullahê re bi dawî kir parastina xwe ya kontrolkirina herêma heta bi çemê Lîtanî bidomîne.

Katz anî ziman ku "Di dawiyê operasyonê de wê artêşa Îsraîlê herêmeke ewlehiyê li hundirê Lubnanê ava bike, xeta parastinê li dijî mûşekên li dijî tankan û wê kontrolkirina xwe ya li herêma heta bi çemê Lîtanî û pirên Lîtanî jî bidomîne."

Yisrael Katz da zanîn ku hêzên Îsraîlê wê Hêza Ridwan ku ê herî xurt ya Hizbullahê ye tune bike û rê nadin şênî vegerin başûrê Lîtanî heta aştî û ewlehiya şêniyên bakurê Îsraîlê misoger dibe.

(ac/fr)

ANHA