Partiyeke Lubnanê daxwaz kir ku Tom Barrack ji kar were dûrxistin

Partiya Demokrat a Xiristiyan a Lubnanê daxwaz kir ku Tom Barrack ji ber tawanbariya kiryarên xirab ên darayî û bandora siyasî, ji kar were dûrxistin, her wiha  hişyarî da mayîna wî dê bandorê li bêalîbûna Amerîkayê û mafên civakan li herêmê bike.

Partiyeke Lubnanê daxwaz kir ku Tom Barrack ji kar were dûrxistin
12 tîrmeh, 2025   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Partiya Demokrat a Xiristiyan a Lubnanê Charles Sarkis, daxuyaniyeke lezgîn û nameyek ji Washingtonê re şand. Sarkis bang li rêveberiya DYA’yê kir ku tavilê Tom Barrack erkdariyên wî yên wek balyozê DYA’yê yê li Tirkiyeyê û nûnerê taybet ê Sûriyeyê rawestîne, ji ber "fikarên cidî yên der barê nebûna bêalîbûnê û metirsiya li ser kêmneteweyên li herêmê de".

Sarkis diyar kir ku Barrack ê milyarder û hevalbendê serok Trump, di sala 2021`an de hatibû girtin û ji hêla Wezareta Dadê ya DYA’yê ve bi tewana ku wekî wekîlê biyanî yê neqeydkirî ji bo Îmaratê xebitiye, hewldana bandorkirina li serpolîtîkayên DYA’yê û derew li FBI`yê kirin, hatibû darizandin. Ew bi kefaleteke mezin a 250 milyon dolarî hate berdan û doza wî heta Tîrmeha 2025`an jî vekirî ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hin tawanbariyên nû hene ku Barak dibe ku di hewldanên bi heman rengî ji bo berjewendiyên Tirkiye, Qeter û Îxwan El Muslimîn bike. Her wiha bal kişand ser têkiliyên wî yên darayî yên nêzîk bi Qeterê re, bi taybet mijara kirîna Miramax bi 660 milyon dolarî di sala 2010`an de û paşê di sala 2016`an ew bi bihayekî mezin firot.

Sarkis rexne li "hewldanên Barak ên xurtkirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re" kir, ji ber ku ev nêzîkatî "mîrateya dîrokî ya zilmê paşguh dike".  Sarkis behsa serdema Osmaniyan a 402 salan li herêmê kir ku li gorî daxuyaniyê di wê demê de "komkujiyên sîstematîk li dijî kêmneteweyan hatin kirin", wekî qirkirina Ermenan ku nêzîkî 1.5 mîlyon kes hatin kuştin, ji bilî bi sed hezaran qurbaniyan ji gelên Yewnan, Suryan û Maronî, bi taybetî di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de.

Sarki der barê encamên kiryar û tevgera Barak li Sûriyeyê, fikarên xwe anîn ziman, bi taybet der barê berdewamkirina "zilm û zordariya li ser Elewî, Durzî û Xiristiyanan li Sûriyeyê.”

Sarkis di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku mayîna Barak ser van her du erkan "baweriya bi DYA’yê dixe xeterê û aramiya herêmê têk dibe. Her wiha xwest van her du erkan bide kesayetiyek dîplomatîk "ku xwedî ezmûnek kûr be der barê dîroka Rojhilata Navîn têkiliyên wî yên darayî û rewşên wî yên qanûnî yên bi guman tune bin". Sarkis tekez kir ku "ji bo parastina mafên kêmneteweyan û misogerkirina bêalîbûna siyaseta derve ya DYA’yê li herêmê, ev gav pirs pêwîst bûye.”