Erdogan: Em ê meclisê li ser pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê biaxivin

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku dê li Meclisa Tirkiyeyê komîsyon bê avakirin û got: “Em ê li ser pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê di bin banê meclisê de biaxivin.”

Erdogan: Em ê meclisê li ser pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê biaxivin
12 tîrmeh, 2025   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

32’yemîn Kampa Îstîşare û Nirxandinê ya AKP’ê ya li navçeya Kizilcahamam a Enqereyê a tirkiyê dest pê kir. 

Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan, axaftina destpêkê kir. Erdogan,di derbarê merasima PKK’ê bibîr xistin û got: “Ji wê rojê heya niha gelek hikûmet hatin. Her yekê ji wan got, Helbet di vê de sebeb hin pêkanînên şaş ên dewletê bûn jî. Torosên Spî yek ji van bû. Cinayetên kiryar nediyar yek ji van bû. Girtîgeha Amedê yek ji van bû. Gundên hatin şewitandin, mirovên di şevekê de bi darê zorê hatin koçberkirin, dayikên nikaribûn li girtîgehê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin, ev pêkanînên şaş bûn. Rêbazên têkoşînê yên li derî hiqûq û rewabûnê, ji dêvla ku terorê biqedînin, berevajî ew gurtir kirin, mezintir kirin; zemîneke guncav ê îstismarê dan terorê. Me bi hev re bedêla şaşiyan da.”

‘RÛPELEK NÛ VEBÛ’

Erdogan destnîşan kir ku pêvajoya pevçûnî bi qasî 2 trilyon dolar zirar daye aboriyê û îşaret bi biryara fesixkirinê ya PKK’ê kir. Erdogan got: “Duh jî, rêxistinê biryara girtibû pêk anî û bi taybetî bi merasîmekê çek danîn. Belaya terorê ya 47 salan ji duh ve, ket pêvajoya dawîbûnê, înşeleh. Tirkiyeyê duh dest bi girtina rûpeleke dirêj, êşbar kir. Îro, em ji bîr nekin, rojeke nû ye. Îro, di dîrokê de rûpeleke nû vebûye. Îro, deriyên Tirkiyeya mezin, Tirkiyeya bihêz, sedsala Tirkiyeyê heya dawiyê vebûn.”

Erdogan ku got “Hûn ê di tiştên ji bo xêra Tirkiyeyê de me tim li pêş bibinin” wiha axivî: “Û hûnê me her tim li hemberî tiştên ne ji bo mifha Tirkiyeyê bibinin. Em baş dizanin ku em çi dikin. Bila tu kes netirse, neqiqlqile. Bila serê kesî bi pirsnîşanan tije nebe. Em çi bikin, em ji bo Tirkiyeyê dikin, em çi bikin em ji bo gelê xwe, ji bo siberoja xwe dikin.”

Erdogan got: “Ger Tirk-Kurd-Ereb bi hev re bin, wê çaxê Tirk, Kurd, Ereb hene. Gava ji hev dûr bikevin, têkçûyîn heye.”

Erdogan ku got “Ez muhabeta Tirk û Kurdan hembêz dikim” wiha got: “Îro ruhê Malazgirê, tifaqa Qudsê ji nû ve şikil digire. Îro berbanga Tirkiyeya mezin û bihêz davêje. Komara Tirkiyeyê warê me yê hevpar ê hemûyane.”

‘EMÊ RÛNİN Û NÎQAŞ BİKİN’

Tayyîp Erdogan got: “Niha em ê rûnên û biaxivin… Ne çekan. Emê rû bi rû, dil bi dil biaxivin. Emê pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê di bin banê Meclisê de nîqaş bikin.”