Partiyan bang li hikumeta demkî kir ku buhayê genim ji nû ve binirxîne

Komeke partiyên siyasî nerazîbûna xwe li ser biryara hikumeta demkî ay der barê buhayê genim de anî ziman û bang li hikumetê kir ku biryarê ji nû ve binirxîne.

Partiyan bang li hikumeta demkî kir ku buhayê genim ji nû ve binirxîne
18 gulan, 2026   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê buhayê kirîna her toneke genim bi 46 hezar lîreyên Sûriyeyê destnîşan kir. Der barê mijarê de 8 partiyên siyasî daxuyaniyek da û diyar kir ku ev buha kêm e, ji ber ku buhayên sotemenî, semad, tov, pêdiviyên avdanê û veguhastinê zêde bûne.

Partiyan bang li hikumeta demkî kir ku biryarê ji nû ve binirxîne û kîloya genim bi 50 sentên amerîkî be.

Partiyên ku daxuyanî weşandiye ev in:

Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Demokratîk a Kurd li Sûrîyê (El Partî.

Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Tevgera Azadî ya Kurdistanê li Sûriyê

Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

(k)