Kongreya 3’yemîn a TAJÊ destpê kir

Bi beşdariya 250 delegeyan kongreya 3’yemîn a TAJÊ destpê kir. Di axaftina vekirinê ya kongreyê de guhertinên bingehîn ên pergalî û mezinkirina têkoşîna azadiya jinên Êzidî hate kirin.

Kongreya 3’yemîn a TAJÊ destpê kir
18 gulan, 2026   11:00
NAVENDA NÛÇEYNA

Îro saet 10.00’ê sibehê bi beşdariya 250 delegeyan kongreya 3’yemîn ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi dirûşmeya ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî Ber Bi Jiyana Komînal’ destpê kir.

Kongre bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdên rêya azadiyê û 74 fermanan destpê kir.

Endamên TAJÊ, li gel berdevkên komînên jinan ên gund û komelgehan ku bi demokrasiya rasterast hatin hilbijartin, bi cil û bergên xwe yên resen tevlî kongreyê bûne. Her wiha jinên ji pêkhateya Ereb a Şengalê jî weke Însiyatîfa Jinên Ereb bi delegeyên xwe beşdarê kongreyê bûn.

Ji derveyî endamên TAJÊ, mêvanên ji Mexmûrê û çalakvanên Êzidî jî di kongreyê de amade ne. Her wiha rêxistinên jin ên Êzidî yên nekarîn raste rast tevlî kongreyê bibin, peyam ji kongreyê re şandine.

Axaftina vekirinê ya kongreyê ji aliyê berdevka TAJÊ Riham Hico ve hate kirin. Riham Hico ku kongreyê li tevahî jinên Êzidî û bi taybet jî jinên Şengalê pîroz kir, xêrhatina hemû delege û mêvanan kir.

Riham Hico kongreyê diyarî malbatên şehîdan, hemû şehîdên meha Gulanê û bi taybet jî Rêber Apo kir û got: “Me ji bo mafê jinên Êzidî û statûya Şengalê xebat û têkoşîneke mezin kir. Me  bi xebat û berxwedana xwe, îspat kir. Jinên Êzidî û dayîkên me yên li vir amadene pêşengiyê ji hemû kar û xebatên Şengalê re kirin. TAJÊ ji bo jinên Êzidî derkete holê. Têkoşîna me ne têkoşîneke rehet bû. Hem zehmetî hem jî serkeftinên wê zêde bûn. Wê têkoşîna me ya ji bo bidestxistina mafên civaka Êzidî dewam bike. Dem dema me ye. Em bawer dikin, emê îro li vir ji bo jinên Êzidî biryarên bi bandor bigirin. Em dikarin hem weke siyasî û civakî xwe xurt bikin. Me xwe li ser projeya Rêber Apo rêxistin kir û zana kir. Em îro bi keda Rêber Apo li vir amade ne. Em bi keda şehîdên jin ên vir xebat meşandine li virin.”

Riham Hico destnîşan kir ku wê li gorî xeyalên jinên Êzidî yên pêşeng û şehîdan xebat bimeşînin û wiha domand: “Ji bo jiyaneke komînal, azad û demokratîk emê têbikoşin. Emê li dijî hewldanên kolekirin û bindestkirina jinê têbikoşin. Emê têkoşîna xwe mezintir bikin. Barê me ji berê girantire, lê derfetên azadiyê ji demê berê jî zêdetir dibe. Em çiqas bihêz dibin, dijmin jî êrişên xwe zêdetir dikin. Em divê biryarên bikevin xizmeta civaka Êzidî û jinan bigirin. Emê urfên eşayîrî yên pavşerû li ser xwe qebûl nekin. Em serkeftinê ji kongreya me re dixwazin. Serkeftin ya jina Êzidiye.”

Di kongreyê de wê li ser navê YJŞ’ê, Saziya Malbatên Şehîdan û Jinên Mexmûrê jî axaftin çêbibin û peyam werin dayîn. Piştî axaftinan wê peyamên nivîskî yên ji kesayet û rêxistinên jin hatine jî werin xwendin.

Piştî peyamên pîrozbahiyê, wê beşdarên kongreyê dîwana ku kongreyê rêve bibe, hilbijêre. Piştî diyarkirina dîwanê wê perspektîfên Rêber Apo yên derbarê jin de, rapora xebatê ya du salan a TAJÊ, bên xwendin. Piştî xwendina raporê wê rewşa siyasî, leşkerî, civakî û xebatên rêxistinkirinê yên du salan werin nirxandin.

Li gorî agahiyên komîteya amadekar Hevpeymana Civakî ya TAJÊ jî nû bûye û wê bikeve dengdana delegeyan. Piştî hevpeymanê wê plansaziya xebatê ya du salan were derxistin û biryarên girîng werin girtin. Piştî biryaran wê koordînasyona xebatê ya du salan were hilbijartin û sond bixwin.

Kongre wê bi axaftina girtinê bi dawî bibe û encamname piştre were eşkere kirin.

Kongre bi xwendina peyaman didome