Endamên Desteyên Hilbijartinê li Hesekê û Kobanê aşkera bûn

Lîsteyên destpêkê yên navên endamên Desteyên Hilbijartinê yên herêmên Hesekê, Qamişlo û Dêrikê yên parêzgeha Hesekê, her wiha ya daîreya Kobanê hatin aşkarekirin.

Endamên Desteyên Hilbijartinê li Hesekê û Kobanê aşkera bûn
18 gulan, 2026   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyeyê di çarçoveya xebatên temamkirina saziyên hilbijartinê de lîsteyeke destpêkê ya navên endamên Desteyên Hilbijartinan ya parêzgeha Hesekê ku bajarê Hesekê, Qamişlo û Dêrikê jî di nav de ne, weşand.

Li gorî biryarê, lîsteyên destpêkê yên ku li daîreyên Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Kobanê hatine weşandin, dê ji hêla Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclisa Gel ve ji bo amadekirina lîsteyên dawîn werin lêkolînkirin.

Erka Desteya Hilbijartinê ew e ku endamên parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) di nav daîreya xwe ya hilbijartinê de destnîşan bike.

Li gorî daxuyaniyê, hejmara endamên Desteya Hilbijartinê ya Hesekê 172, ya Dêrikê 104, ya Qamişloyê 251 e û ya Kobanê jî 128 e.

Li gorî lîsteyên hatine aşkerakirin, rêjeya jinan pir kêm e.

(k)