Partiya Sûriya Pêşerojê komxebatek li dar xist

Di komxebata Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya li Tebqayê, îşaret bi girîngiya nivîsandina destûreke nû ji bo Sûriyeyê hate kirin ku mafên hemû pêkhateyan garantî dike. Her wiha rola jinan û beşdariya wan a çalak di biryardanê de hat gotûbêjkirin.

Partiya Sûriya Pêşerojê komxebatek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê komxebatek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê komxebatek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê komxebatek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê komxebatek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê komxebatek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê komxebatek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê komxebatek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê komxebatek li dar xist
9 tîrmeh, 2025   15:54
TEBQA

Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê îro komxebatek bi sernavê "Pirrengiya Siyasî û Çandî ber bi Sîstemeke Demokratîk ve" li dar xist. 

Komxebat li hola meclisê li ya navenda bajarê Tebqayê, bi beşdariya endamên Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Modernîte û Demokrasiyê ji bo Sûriyeyê, Kombûna Jinan a Zebûbiya, rêxistinên civaka sivîl û çalakvanên siyasî yên herêmê hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê endamê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm El Mihemed der barê girîngiya pirrengiya siyasî û çandî de axivî û diyar kir ku pirrengî bingeha avakirina Sûriyeya siberojê ye.

El Mihemed da zanîn ku pirrengî "bi xurtkirina yekitiya neteweyî ya li ser bingeha naskirina cihêrengiyê pêk tê”. Her wiha bal kişand ser girîngiya pêkanîna edaleta pêvajoya derbasbûnê û beşdariya hemû pêkhateyan.

El Mihemed behsa astengiyên li pêşiya pirrengiyê kir û got: "Astengiyên herî girîng li pêşiya pirrengiyê, tirsa ji parçebûnê, bikaranîna nasnameyê ji bo berjewendiyên kesane, mîrateya otorîterîzma navendî, nakokiyên mezhebî û etnîk, lawazbûna saziyên sivîl û nebûna çanda demokrasiyê ne.”

Pitşî axaftinê beşdarên komxebatê li ser çend koman hatin dabeşkirin û her komekê der barê mijarê de nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.

Di encamê de beşdaran bal kişand ser girîngiya nivîsandina destûreke nû ji bo Sûriyeyê ku mafên hemû pêkhateyan garantî dike, rola jinan û beşdariya wan a çalak di biryardanê de were xurtkirin, rêgezên dadmendî, wekhevî û biratiya gelan werin çespandin.

(k)