Civîna nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz bi dawî bû

Beriya çend kêliyan civîna di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, ya bi beşdariya nûnerê Amerîkî Thomas Barrack û nûnerê hikumeta Fransayê Jean-Baptiste Faivre de, bi dawî bû. Beşdaran civîn bi erênî nirxand.

Civîna nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz bi dawî bû
9 tîrmeh, 2025   16:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me diyar kir ku piştî danê nîvro li Şamê civînek di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, bi beşdariya nûnerê Amerîkî Thomas Barrack û nûnerê hikumeta Fransayê Jean-Baptiste Faivre hat lidarxistin. 

Beriya çend kêliyan ev civîn bi dawî bû û beşdaran bi erênî nirxand û anî ziman ku wê dan û standin di qonaxa bê de dewam bikin.

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî, Hevseroka Daîyreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Dmokratîk Îlham Ehmed, Hevseroka Şandeya Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yûsiv û Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş pêk hat.

Ev şande di çarçoveya berdewamkirina civîn û diyalogên bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re, îro gihîşt şamê da ku pêkanîna bendên peymana 10ˊê Adarê ya di navbera QSDˊê û hikumeta veguhêz de hatibû îmzekirin, bişopînin.

Di 10`ê Adara vê salê de di navbera fermnariya Hêzên Sûriya Demokratîk û rayedarên Şamê de peymanek pêk hat. Ji bo şopandina pêkanîna peymanê, di 1ê Hezîrana îsal de, li paytext Şamê, di navbera şandeyeke ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeyeke ji hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de civînek fermî pêk hat.

(fr)