Nîşaneyên teqîna li Humsê, êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û dêra Ezrayê

Teqîna mizgeftê ya li Humsê, êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, her wiha êrişa bombeyî ya li dijî Dêra Ezra ya gundewarên Şamê firehbûna çarçoveya tundiya li ser pêkhateyên Sûriyeyê nîşan didin.

Nîşaneyên teqîna li Humsê, êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û dêra Ezrayê
27 kanûn, 2025   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di saetên nîvro de li Mizgefta Elî Bîn Ebî Talib a Elewiyan a li tax Wadî El Zeheb a bajarê Humsê teqînek çêbû. 

Di encama teqînê de 8 kes hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn. Der barê teqînê de agahiyên cuda hatin parvekirin. Hinekan got êriş xwekujî bû, hinekên din jî got çenteyeke bombekirî di mizgeftê de hatibû bicihkirin. Lê di encamê de gelek pirs li ser nîşaneyên hedefkirina deverên olî yên Elewiyan derketin pêş.

Çeteyên navê ‘Seraya Ensar El Sune’ li xwe dikin, bi daxuyaniyekê êriş girte ser xwe. Çeteyên navborî ku di daxuyaniyên xwe de xîtabeke provokatîf a taîfî bi kar anî, îdia kir ku bombe li hundirê mizgeftê bi cih kir. Ev teqîn êrişa li dijî dêra li taxa Diwêla ya Şamê tîne bîra mirov ku di Hezîrana borî de hatibû kirin û heman komê girtibû ser xwe.

Duh di saetên êvarî de jî komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi çekên giran êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên dorpêçkirî pêk anîn. Li dijî Dêra El Ezra ya li bajarê Zebedanî yê gundewarên Şamê jî bi çend bombeyên destan êriş hatin kirin. Di encama êrişê de zirarên madî li dêrê bûn.

Teqîna li mizgefta, êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, her wiha hedefkirina Dêra Ezrayê fikarên li ser zêdebûna çarçoveya tundiyê û kûrahiya parçebûna civakî li gelemperiya Sûriyeyê nîşan dide. Hemwextî van bûyeran, gotinên nefretê û provokatîf ên rayedarên hikumeta veguhêz û medyaya wê li dijî pêkhateyên Sûriyeyê (Kurd, Elewî û Durzî) zêde bûne.

Sûriyeyî diyar dikin ku êrişên çekdarî û medyayî zemîneke xurt ji bo belavbûna tundrawiyê ava dikin. Di heman demê de metirsiyên ku çeteyên mîna DAIŞ, Serya Ensar El Sune û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên di Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz de sûdê ji vê rewşê bigirin da ku parçebûn û fitneyê kûrtir bikin, zêdetir bikin.

(b)