Hesen Koçer: Em ê bi hêza xwe li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin

Hesen Koçer diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêza xwe li dijî êrişên dagirkeriyê li ber xwe dide.

Hesen Koçer: Em ê bi hêza xwe li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin
17 ÇILE, 2024   02:35
REQA
EHMED EL ESAF

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ji ajansa me re axivî.

Hesen Koçer diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker siyaseta her tiştî dide ber xwe dimeşîne û got: "Tirkiye bi êrişên xwe armanc dike gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qir bike, jiyanê li ser vê erdîngariyê tune bike û gelên wê koçber bike."

Koçer destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê ve hewl dide projeya demokratîk a li herêmê têk bibe û xaka Sûriyeyê dagir bike û wiha dom da axaftina xwe: "Li aliyekî din jî dixwaze DAIŞ'ê vejîne, ev  yek jî dê metirsiyê bide aştî û aramiya cîhanê ji ber ku hemwextî van êrişan DAIŞ xwe bi rêxistin dike. Êrişên li dijî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê jî nîşan dide ku armanca dewleta Tirk dagirker vejandina DAIŞ'ê ye."

Koçer bal kişand ku zêdekirina êrişan li dijî herêmê tê wateya ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide sûd ji şerê di navbera hêzên hegemonîk de û bêdengiya navneteweyî bigire.

Hesen Koçer destnîşan kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo têkbirina êrişan xwe naspêre hêzên li derve, lê bi gel û hêzên xwe û hêzên demokratîk ên li herêmê li ber xwe dide.

Koçer helwesta hikumeta Şamê rexne kir û got: "Ji destpêkê ve lihevkirinên navneteweyî û îstixbaratî di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de hene. Her wiha di navbera dewleta Tirk a dagirker û dewletên din de jî hene û armanc têkbirina projeya demokratîk a li herêmê ye."

(mh)

ANHA