Partiya Kesk a Demokrat kongreya xwe li dar dixe

Partiya Kesk a Demokrat kongreya xwe ya 3’yemîn bi dirûşma "Bi hev re ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirreng, nenavnedî û jîngehparêz" li Qamişloyê li dar dixe.

Partiya Kesk a Demokrat kongreya xwe li dar dixe
Partiya Kesk a Demokrat kongreya xwe li dar dixe
Partiya Kesk a Demokrat kongreya xwe li dar dixe
Partiya Kesk a Demokrat kongreya xwe li dar dixe
Partiya Kesk a Demokrat kongreya xwe li dar dixe
Partiya Kesk a Demokrat kongreya xwe li dar dixe
Partiya Kesk a Demokrat kongreya xwe li dar dixe
Partiya Kesk a Demokrat kongreya xwe li dar dixe
Partiya Kesk a Demokrat kongreya xwe li dar dixe
Partiya Kesk a Demokrat kongreya xwe li dar dixe
20 hezîran, 2025   15:09
QAMIŞLO

Partiya Kesk a Demokrat kongreya xwe ya 3’yemîn bi dirûşma "Bi hev re ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirreng, nenavnedî û jîngehparêz" li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê li dar dixe. Gelek siyasetmendar, nûnerên rêxistinên jinan, saziyên sivîl, hiqûqî, ewlehî, nûnerên MSD’ê û kesayetên ji derveyî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî kongreyê bûne.

Kongreyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Partiya Kesk a Demokrat Luqman Ehmê rewşa siyasî nirxand. Ehmê diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka Kurd û sepandina demokasiyê bingeha aramiya Sûriyeyê ne û got: "Ligel arîşeyên li Rojhilata Navîn, parçebûn û jinûvesazkirin, êdî pergalên siyasî yên kevinperst nikarin guhertinên aborî û ekolojîk bi rêve bibin.

Luqman Ehmê bi domdarî got: "Ji damezrandina xwe ve wekî dewlet, Sûriye ji pergaleke hikûmetê ya navendî û yekalî ku ji hêla elîtên siyasî ve hatiye ferzkirin, êş kişandiye. Yên ku cihêrengiya etnîkî, olî û çandî ya ku civaka Sûriyeyê diyar dike paşguh kirine. Hikûmetan, bi taybetî rejîma Baasê, xwe dispêrin polîtîkayên hişk û navendî ku nasnameyan, bi taybetî nasnameya Kurdî diçewisand û pêkhateyên din paşguh dikir. Polîtîkayên ku desthilatdarî û dewlemendiyên herêmê dixe destên beşekî tênê, aloziyên civakî û aborî girantir kirin, rê li ber destpêkirina şerê navxweyî di sala 2011’an de vekir. Di encama şer de bi sed hezaran kesan jiyana xwe ji dest da û bi mîlyonan kes neçar man ku birevin. Van hemûyan jî têkçûna pergala navendî piştrast kirin.”

Ehmê îşaret bi vê yekê kir ku pêkanîna pergala nenavendî li Sûriyeyê dê beşdariya wek hev a tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê mîsoger bike, ev pergala  kuji bo pêkanîna istiqrar û jinûve avakirina dewletê xweseriya îdarî û siyasî dide civakên xwecih.

Luqman Ehmê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêka Kurd jî û got: "Ev pirsgirêk hêmanek navendî di jinûnve avakirina Sûriyeyê ye. Kurd beşekî sereke ya civaka Sûriyeyê ne, lê bi sedên salan hatin paşguhkirin. Naskirina mafên pêkhateyan a rêvebirina herêmên xwe di çarçoveyeke sîstemeke nenavendî di destûrê de mijarek edaletê ya ji rêzê nîn e, lê bo rêgirtina li ber şeran şertekî bingehîn e."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan, Birîndar û Dîlên Şer a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêzan Gulo jî axivî. Gulo lidarxistina kongreyê pîroz kir û hêviya serketinê xwest. Her wiha îşart pê kir ku herêm bi xwîna şehîdan û gaziyan hatin rizgarkirin û dîlgirtî li benda azadiyê ne.

Gulo da zanîn ku tişta balkêş di kongreyê de beşdariya jin û ciwanan e û hêviya serkeftinê xwest.

Piştî axaftinan nameyên pîrozkirina kongreyê hatin xwendin.

Kongre bi nîqaşên li ser bernameya siyasî ya partiyê dewam dike. Rêzikname jî dê were xwendin û erêkirin, piştre hevserokên nû û 11 endamên meclisa giştî ya partiyê dê werin hilbijartin.

Kongre dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(bb)

ANHA