Çeteyên Uygur gundiyên Mareskê yê Efrînê gulebaran kirin

Şêniyên gundê Mareska yê Efrîna dagirkirî malên xwe ji çeteyên ku desteser kirin, xwestin. Ji ber vê yekê çeteyên Uygur jî weke bersiv gule li şêniyan barand.

Çeteyên Uygur gundiyên Mareskê yê Efrînê gulebaran kirin
30 tebax, 2025   18:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku, sê malbatên çeteyên Uygur vê dawiyê li malên şêniyên Kurd ên bi zorê koçber bûne hatine bicihkirin, ji wan mlên parêzer Beşîr Hac Yûsif, Farûq Adel, Munîr Mihemed û Farûq Hac Topal ku hemî şêniyên gundê Marerskê yê girêdayî bajarê Şeran e.

Li gorî çavkaniyên herêmî, gundiyan daxwaza valakirina malên desteserkirî kirin, ev daxwaz rastî bersiveke tund a çeteyên Uygur hat ku roja Înê 29’ê Tebaxê gule li şêniyan barandin da ku wan belav bikin bitirsînin.

Di heman çarçoveyê de, çavkaniyan ragihandin ku çeteyên Uygur, di bin çavdêriya rasterast a îstîxbarata Tirkiyê de, piştî valakirina malên şêniyan ji gundê Minix li gundewarê bakurê Helebê, hewl didin ku bêtir malbatên xwe li gundê Mareskê bi cih bikin. Ev gav beşek ji planeke sîstematîk e ji bo domandina guhertina demografîk li gundewarê Efrîna dagirkirî.

(ac)

ANHA