Parlamentoya Îsraîlê xwe fesix kir: Wê hilbijartinên pêşwext werin lidarxistin

Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) ji bo amadekariyên hilbijartinên pêşwext ku dê di Cotmehê de pêk werin, xwe fesix kir.

Parlamentoya Îsraîlê xwe fesix kir: Wê hilbijartinên pêşwext werin lidarxistin
17 tîrmeh, 2026   18:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Associated Press, Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) ku di çend saetên dawîn de gelek pêşniyarên yasayan pejirandibû, xwe fesix kir. Ev gav ji bo hilbijartinên parlamentoyê hat avêtin ku dê 27‘ê Cotmehê îsal werin lidarxistin. 

Fesixkirina Knessetê di demekê de hat ragihandin ku serokwezîrê Îsraîlê Benjemin Netanyahu ji bo parastina desthilata xwe bi pirsgirêkên zêde re rû bi rû ye. Di heman demê de bi nêzîkbûna salvegera 3‘yemîn a êrişên Cotmehê  ku bi şerê didome, pêk hat.

 Anketên raya giştî ya Îsraîlê nîşan didin ku partiyên muxalefetê ya bi serokatiya serokwezîrê berê Naftali Bennett û Serokê Berê yê Serfermandariya Îsraîlê Gadi Eisenkot ku serokê tevgereke navendî  ye ji aliyê gel ve tên piştgirîkirin.

 Serokê Knessetê Amir Ohana dema ragihandina fesixkirinê de axivî û got: "Em çar salan diqedînin. Di vê heyamê de me 9 budçe û bi sedan qanûn derxistin. Ez ji bo baweriya ku we da min spasiya we dikim. Bi vê baweriyê me bi hev re hişt ku em çar salan temam bikin."

Di dîroka Îsraîlê de hikumeteke ku çar salan tenê temam bike bûyereke kêm e. Hikumeta dawîn ku bêyî hilbijartinên pêşwext dema xwe ya destûrî temam kir di sala 1988‘an de bû. Netanyahu jî di dîroka Îsraîlê de herî dirêj di posta serokwezîrtiyê de maye.

Di navbera 2019 û 2022‘an de, Îsraîlê pênc hilbijartinên parlementoyê li dar xistin. Hilbijartin bi navînî her 2.4 salan carekê pêk dihatin.

(bb)