Parlamentoya Iraqê sibe li ser êrişên dewleta Tirk dicive

Endamê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya parlamentoya Iraqê Mihemed Şemerî da zanîn ku sibe ew ê bicivin û di civînê de êrişên dewleta Tirk a li ser Dihokê nîqaş bikin.

Parlamentoya Iraqê sibe li ser êrişên dewleta Tirk dicive
8 tîrmeh, 2024   17:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya ­parlamentoya Iraqê Mihemed Şemerî derbarê dema civîna parlamentoya Iraqê ya derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Herêma Kurdistanê, ji medya Iraqê re axivî.

Mihemed Şemerî ragihand ku sibe parlamentoya Iraqê wê bicive. Şemerî got ku wê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya parlamentoya Iraqê jî li ser êrişên dawî yên Tirkiyeyê yên li ser xaka Iraqê bicive.

Şemerî di dewamê de got ku ewê sibe piştî civînê helwest, biryar û pêşniyara xwe ya li ser destdirêjiya metirsîdar û mezin yên Tirkiyeyê nîşan bidin. Şemerî dibêje; “Herwiha wê di civînê de hinek berpirs jî amade bin da ku bi wan re mijara serweriya Iraqê bi axivin.”

Hêjayî gotinê ye di rojên dawî de dewleta Tirk a dagirker sewqiyetek mezin ya leşerî, wesayîtên zirxî bi alîkariya PDK’ê veguhestiye Başûrê Kurdistanê. Dewleta Tirk di nav xaka Başûr de gundan dide valekirin, seytere daniye û nasnameyên welatiyan jî kontrol dike. Tevî vê jî heya niha Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê bêdengin.