Meclisa Jinan a Sûriyeyê civîna yekemîn a meclisa xwe ya giştî li dar xist

Meclisa Jinan a Sûriyeyê civîna yekemîn a meclisa xwe ya giştî li dar xist û di civînê de rewşên siyasî û rêxistinî hatin şîrovekirin û plansazî hat danîn.

Meclisa Jinan a Sûriyeyê civîna yekemîn a meclisa xwe ya giştî li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyeyê civîna yekemîn a meclisa xwe ya giştî li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyeyê civîna yekemîn a meclisa xwe ya giştî li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyeyê civîna yekemîn a meclisa xwe ya giştî li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyeyê civîna yekemîn a meclisa xwe ya giştî li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyeyê civîna yekemîn a meclisa xwe ya giştî li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyeyê civîna yekemîn a meclisa xwe ya giştî li dar xist
8 tîrmeh, 2024   17:23
REQA

Meclisa Jinan a Sûriyeyê civîna yekemîn a meclisa xwe li kantona Reqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya nûnerên jin ji partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên jinan li Herêmê li dar xist.

Civîn li avahiya meclisê ya li Reqayê hat organîzekirin. Di civînê de rewşa siyasî y li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê ji hêla endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Sûriyeyê Rîhab Îbrahîm ve hat şîrovekirin.

Her wiha seroka Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Cîhan Xidro behsa aliyên sûdê ji krîza Sûriyeyê dikin kir û wiha got: "Hin dewletên xwedî berjewendî hewl didin li ser hesabê xwîna gelê Sûriyeyê xakên Sûriyeyê dagir bikin."

Endama rêveber a Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Medya Midewer li ser hewldanên nêzbûna di navbera Enqere û Şamê de, encamên wê yên neyênî li ser gelê Sûriyeyê û timayên dewleta Tirk a dagirker li xaka Sûriyeyê axivî.

Dûre civîn bi danîna plansaziya pêşerojê ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê dewam kir. Di plansaziyê de hat gotin divê têkelî bi tevahî jinan re li huner û derveyî Sûriyeyê were danîn. Ji wê zêdetir jî dê civîn bi tevahî partiyên siyasî, rêxistinên jinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re were lidarxistin.

Civîn li pêş dezgehên çapemeniyê bi xwendina rêziknameyê girtî dewam kir.

(fr)

ANHA